Hefteya Lehengiyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hat bibîranîn

Bi boneya Hefteya Lehengiyê li gelek navendên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çalakiyên bîranînê hatin lidarxistin.

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi boneya 39’emîn salvegera şehadeta fermandar Egîd (Mahsûm Korkmaz) û Hefteya Lehengiyê çalakiyên bîranînê hatin lidarxistin.

QAMIŞLO

Li Qamişloyê Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) merasîmek li dar xist. Malbatên şehîdan, endamên partiyê û bi sedan şênî tev li merasîmê bûn ku li hola Melekiye ya li bajarê Qamişloyê hate lidarxistin.

Di merasîmê de gelek axaftin hatin kirin û hate destnîşankirin ku divê nirxên civakî bên parastin ku bi saya berxwedana û fedakariyên gelê kurd ên li hemberî siyasetên qirkirinê û înkarkirinê kirine.

Her wiha hate diyarkirin ku siyaseta parçekirinê û înkarkirinê heta niha berdewam in lê belê derketina fikrê Rêber Abdullah Ocalan yê ku zemînek ji berxwedanê û têkoşînê re ava kir, bersiva herî bi hêz li hemberî wan siyasetan bû.

Di dawiyê de soz hate dayîn ku ji bo parastina destkeftiyan li ser şopa şehîdan, berxwedan bê mezinkirin.

TIRBESPIYÊ

PYD’ê der barê Hefteya Lehengiyê de semînerek li hola partiyê da. Bi dehan pêkhateyên navçeyê, nûnerên partiyan û saziyên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a herêma Cizîrê tev li semînerê bûn.

Piştî deqeya rêzgirtinê, hevseroka PYD`ê şaxê navçeyê Hediye Şemo axivî û got: "Berxwedana girtîgeha Amedê û fedakariyên şehîdan ji Mezlûm Dogan dest pê kir û giha berxwedana şehîd Egîd ku bû çirûska berxwedana gel a ku heta îro berdewam e.

Di dawiyê de sîneviyzonek têkildarî Hefteya Lehengiyê û bandora wê li ser gelê Kurd û cîhanê û çawa têkoşîna şehîdan nemir kir, hate pêşandan.

ÇILAXA

Meclîsa Malbatên Şehîdan a navçeya Çilaxayê bi koordîneya PYD`ê û meclisa navçeyê merasîmek li Navenda Çand û Hunerê ya li navçeyê li dar xist.

Di merasîmê de hevserokê PYD`yê şaxê navçeyê Ebdulsema Ebbas axivî û diyar kir ku têkoşîna şehîd Egîd di dilê gelê kurd de giyanê tolhildan û berxwedana li hemberî siyasetên qirkirinê, çand.

Ebbas destnîşan kir ku wê têkoşîna li hember dagirkeran û ji bo bidestxistina azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan, li ser şopa şehîdan berdewam bikin.

Di dawiyê de sinevizyonek der barê Hefteya Lehengiyê de hate pêşandan.

DÊRIK

Meclîsa Malbatên Şeîdan a bajarê Dêrikê ji bo bîranîna şehîdên Hefteya Lehengiyê li Navenda Çand û Hunerê ya Dîcleyê semînerek da. Şênî û endamên saziyên sivîl tev li wê bûn.

Endamê Meclîsa Bajarê Dêrikê Elî Mihemed semîner bi rêve bir û diyar kir ku bi saya hezaran ciwanên kurd ala têkoşînê û serkeftinê bilind e.

TIL HEMÎS

Şêniyên navçeya Til Hemîsê, rûspiyên êlên ereb û endamên saziyên sivîl, şehîdên Hefteya Lehengiyê û şehîd Egîd bi çalakiyekê li hola Navenda Çandî ya navçeyê bi bîr anîn.

Di çalakiyê de endamê rêveberiya Meclisa Navçeya Til Hemîsê Fayiq El Ehmed axivî û diyar kir ku şopandina têkoşîna şehîdan, misogeriya bidestxistina serkeftinê ye.

Piştre sînevizyonek têkildarî siyasetên li dijî gelê Kurd û gelên bindest û têkoşîna şehîdên Hefteya Lehengiyê ya li hember van siyasetan û kurtejiyana şehîd Egîd hate pêşandan.

TIL KOÇER

Li navçeya Til Koçerê PYD`ê çalakiyek li dar xist. Şêniyên navçeyê û nûnerên saziyên sivîl, partî tev li çalakiyê bûn ku li navenda Hêzên Parastina Civakê (HPC) hate lidarxistin.

Di çalakiyê de destpêkê sînevizyonek têkildarî jiyana şehîd Egîd û têkoşîna wî hate pêşandan. Dûre endamê PYD`yê Yusif El Mehûs axivî û soz da ku xwedî li têkoşîna şehîd Egîd derkevin ji bo ku siyasetên qirkirinê, dagirkerî bi dawî bibin û serkeftin bi dest bikeve.

TEBQA

Meclisa Malbatên Şehîdan a kantona Tebqayê ji bo bîranîna şehîd Egîd li Goristana Şehîdan a Tebqayê merasîmek li dar xist. Nûnerên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk, partî, tevgerên jinan, ciwan, endamên Meclisa Malbatên Şehîdan a kantona Tebqayê tev li merasîmê bûn.

Di merasîmê de endamê Meclîsa Malbatên Şehîdan Mihemed El Şêx axivî û got: "Guleya yekemîn a ji tivinga şehîd Egîd derketiye, qeydên koletiyê şikand, bû destpêka şoreşekê ku rûpeleke nû di dîroka gelan de xêz kir da ku serî hildin û ala azadiyê bilind rakin. Ji ber wê em îro bi serfirazî şehîd Egîd û tevahî şehîdan bibîr tînin."

Endamê Meclîsa Leşkerî ya Tebqayê Elî Muslm jî got: "Em bi serfirazî fedakariyên şehîdan bi bîr tînin." Şehîd Egîd sembola berxwedana nû ye û li ser şopa wî bi milyonan gelên azadîxwaz meşiyan. Fedakariyên şehîdan ên ji bo rizgarkirina Rojava û parastina wê hatine dayîn, delîlên diyar li ser berdewamkirina berxwedana şehîd Egîd e."

Di dawiya merasîmê de, şervanên Meclisa Leşkerî ya Tebqayê toreneke leşkerî li dar xist.