Rêveberiya Xweseriya Demokratîk agirê Newrozê vêxist

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi daxuyaniyekê Cejna Newrozê pîroz kir, agirê Newrozê vêxist.

NEWROZ

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi boneya hatina Newrozê daxuyaniyek da. Hevserokên Meclîsa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Evîn Siwêd û Hisên Osman daxuyanî xwendin.

Di daxuyaniyê de şehîdên di oxira her tim agirê Newrozê vêxistî be de canê xwe daye û gel bi azadî û rûmet bijîn bi bîr anîn.

Rêveberiya Xweser di daxuyaniya xwe de Newroz li tevahî gelê Herêmê, di serî li malbatên şehîdan, şervanên QSD’ê, Hêzên Ewlekariya Hundirîn de pîroz kir û hat gotin: “Rêveberiya Xweseriya Demokratîk bi gelê xwe re ye ku nirx û wateyên Newroza rasteqîn bi rêya pêkanîna Hevpeymana Civakî û rizgarkirina xaka Sûriyeyê pêk bîne.”

Di dawiya daxuyaniyê de hat gotin îro agirê Newrozê tê vêxistin û destpêkirina pîrozbahiyên Newroza 2024ˊan li bajar, bajarok û navçeyên Kantonên Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê radigihînin û her wiha bang li gel dikin beşdarî Newrozê bin.