BI DÎMEN

Kongra Star encamên pêşhilbijartinê yên Şehbayê eşkere kir

Kongra Star bi daxuyaniyekê encamên pêşhilbijartinê yên namzetên şaredariya Kantona Efrîn-Şehbayê eşkere kir.

Hilbijartinên ku 27'ê Nîsanê li Kantona Efrîn û Şehba hatin li darxistin ji bo diyarkirina namzetên jin ên ji bo hilbijartinên şaredariyê bi dawî bû. kongra Star encamên pêşhilbijartinê eşkere kir.

Daxuyanî bi zimanê Erebî û Kurdî ji aliyê endamên Koordînasyona Kongra Star Rîhan Elo û Ferîde Îbû ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Di serî de em vê qonaxa ku bi têkoşîna bêwestan û têkoşîna berdewam a jinan ku bi îradeya jinan û cara yekemîn di hilbijartinan de bi tevlîbûna jinan di hilbijartinan de bi dawî bû, li hemû jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pîroz dikin.

Pêşhilbijartinên destpêkê yên Heşaredarên Kantona Efrîn-Şehbayê bi awayekî demokratîk û zelal û bi beşdariya jinan ji hemû mezheb û pêkhateyan hatin lidarxistin û li 20 navendên hilbijartinan rojekê dewam kir Di dawiyê de, deng bi giştî hatin jimartin û encamên wê hatin ragihandin, ku wê di qonaxan de bikevin lîsteyên hilbijartinan yên demên pêş.
 
Navçeya Şêrawa, Asom Mihemed Hemeda
Navçeya Tal Rifat Fatima Behir Îbrahîm
Navçeya Ehresê Îman  Toko 
Navçeya Ehdas Rozalîn goşan
Navçeya Fafînê Kalawîş Silêman Silêman."