BI DÎMEN

'Berxwedana gerîla erşa dagirkeriyê hejand'

Malbatên Şehîdan ên Kantona Firatê 'Mizgîniya Newrozê' ya gerîla silav kirin û diyar kirin ku îradeya gerîlayên azad teknîka nukleerî ya dagirkeriya dewleta Tirk, xiyanet û dagirkerî têk biriye.

Daxuyaniya Navenda Biryargeha Navenda Parastina Gel a li ser derfetê gerîla yê ji bo xistina balafirên bêmirov ên biçek, li Kantona Firatê jî deng veda. Malbatên Şehîdan ên Kantona Firatê 'mizgîniya Newrozê' ya gerîla silav kirin û têkildarî mijarê ji ANF'ê re axivîn.

'BI ROJ Û ŞEVÊ EM DI NAVA HEYECANA MIZGÎNIYÊ DE BÛN'

Dayîka Şehîd Çiya Emîne Yasîn gerîlayên azadiya Kurdistanê silav kir û got; "Piştî Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Mûrat Karayilan got, wê di roja Newrozê de mizginiyek ji gelê me re ragihînin, bi şev û roj em di nava kelecanekê de bûn."

Emîne Yasîn kefxweşiya xwe ya ji ber mizgîniya gerîla anî ziman û got, "Em bi vê mizgîniyê serbilind bûn ku gerîla bûn xwedî wê derfetê ku karibin balafirê dijmin li erdê bixin. Dilê me germ û bi coş e. Em jî dibêjin lêxin gerîla û erşa dagirkeriyê hilweşîne. Bi vê mizginiyê û berxwedanê em serbilind in."

'XIYANET Û DAGIRKERÎ BI MIZGÎNIYÊ RE TÊK ÇÛN'

Zehê Elî Eyûb jî anî ziman ku êdî dawiya dagirker û xiyanetê hatiye û got, "Êdî artêşa dewleta Tirk a dagirker li çiyayên azad asê maye û rojane derbên giran li ser destê gerîlayên me dixwin. Nikare li hemberî berxwedana gerîlayên azad bisekine. Bi mizgîniya ku êdî gerîla dikarin balafirê dagirkeriyê yê bêmirov bixînin re hem Mala Barzanî û hem jî dewleta Tirk a dagirker pîlanên wan têk diçin. Newroza ku em li bendê bûn agirê xwe gurtir bû, bi çalakiyên gerîla yên şoreşgerî."

Zehê Elî Eyûb wiha dawî li axaftina xwe anî; "Gerîla ji bo her neteweyêê têdikoşin, di mercên herî zor û zehmet de li ber xwe didin. Di nava sar û seqemê de û li ser wê berfê li hemberî teknîka herî pêşketî ya dagirkeriyê çalakiyên şoreşgerî pêk tînin. Bi wan çalakiyan ku dewleta Tirk a dagirker û hevkarên wan Mala Barzanî gêj kirine. Em jî li benda mizgîniya azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ne, em ê wê yekê jî misoger bikin."

'ERŞA DEWLETA TIRK A DAGIRKER BI MIZGÎNIYÊ HEJIYA'

Cîhan Bozan anî ziman ku mizgîniya gerîla erşa dewleta Tirk a dagirker hejand û wiha domand; "Piştî mizgîniyê ku tê de hate ragihandin ku derfetên gerîla çêbûn û dikarin balafirên dewleta Tirk a dagirker li erdê bixin, şahiya me ya Newrozê bû du şahiyan. Bi vê berxwedanê jî erşa dewleta Tirk a dagirker hejiya. Mizgîniyeke giranbuha bû. Em jî gerîlayên xwe ji Kobanê heta çiyayên azad silav dikin. Çi dibe bila bibe em ê heta hetayê li pişt gerîlayên xwe bin."