Tûncel: Em radest nabin, em ê di serkeftinê de kilît bibin

Hevseroka Giştî ya DBP’ê Tûncel, bertek li dijî êrîşên hikûmetê yên bi ser Kurdan û muxalîfan da û got: ‘’Di lîteratûra me de radestbûn nîn e. Em xwe di aştî û serkeftinê de kilît bikin” û banga berxwedanê kir.

Hevseroka Giştî ya DBP’ê Sebahat Tûncel bi rêveberiyên Stenbolê yên bajêr û navçeyê re hate cem hev. Tûncel li civîna Rêxistina Bajêr a Stenbolê li pêşberî endamên çapemeniyê hin axaftin kirin û daxuyanî da.

Tûncel diyar kir ew siyaseteke ku di navenda wê de Kurdistan heye dikin û rêxistinbûyina partiya wan pir girîng e û partiyiyên wan ji bo civakîb:ûyinê wê li bajarên Tirkiyê jî xebatên xwe bidomînin. Tûncel diyar kir bi ser partiyiyên wan de qirkirineke siyasî tê meşandin û got, ‘’Dewlet ji DBP’ê ditirse. Sedema tirsa wê jî ew e ku paradîgmaya demokratîk, ekolojîk û azadixwaziya jinê di civakê de bersivê dibîne.’’

‘ENCAMA POLÎTÎKAYA TÊKŞIKÎNÊ’

Tûncel bertek nîşanî qeyûmên bi ser şaredariyên wan de da û got di heman demê de ev êrîşa li ser hevseroktiyê ye jî. Tûncel diyar kir biryara ku hatî dayin bi temamî nayê qebûlkirin û got dewlet dixwaze destkeftiyên DBP’ê yên li Kurdistanê bi darê zorê ji dest wan bistîne. Tûncel diar kir rawestandina karê 14 hezar kedkarên perwerdehiyê jî û binavçkirina wan jî weke terisandina vê nîşan da. ‘’Ne rasthatinyeke ku ev hemû Kurd in’’ têkildarî maîlên Wezîr Berat Albayrak jî got, rewşa ku derketî holê encama polîtîkayên têkşikînê yên dijî Kurd in.’’

 ‘KURD LI TIRKIYÊ HÎMÊ DEMOKRASIYÊ NE’

Tûncel diyar kir li hemberî rewşa heyî çare berxwedan û civakîkirina berxwedayê ye û wiha dom kir, ‘’DBP li Kurdistan û Tirkiyê tekane vebijêrk e. DBP di heman demê de partiya perwerdehiyê ye. Navendeke wiha ye ku demokrasiya xwecih were perwerdekirin. Ji bo vê jî girîng e.’’

Tûncel diyar kir Kurdên ku têkoşîna wekhevî û azadiyê dimeşînin li Tirkiyê hîmê demokrasiyê ne û wiha domand: ‘’Kurd hê jî di siyaseta demokratîk de bi israr in. Divê gelên Tirkiyê vê bizanibin.’’

 ‘BÊYÎ KURDAN HÛN NIKARIN PERGALEKÊ AVA BIKIN’

Tûncel herî dawî got, ew di pêvajoyeke dijwar re derbas dibin, di dîzaynkirina Rojhilata Navîn de bêyî Kurdan ti pergaleke nikare were avakirin û wiha anî ziman: ‘’Divê mirov pêvajoyên dîrokê bi dest ve bernede. Girseyeke ku rajêr nabe heye. Kurd destûrê nadin vê polîtîkaya zilmê. Şensek îme yê din nîn e; an em ê bi ser bikevin an jî em ê bi ser bikevin! Di lîteratûra me de radestbûn nîn e, berxwedan heye, em ê xwe di aştî û serkeftinê de kilît bikin.”