BI DÎMEN

Şoreş wêjeya xwe diafirîne

Berdevka Dîwana Wêjeyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Nerîman Evdikê diyar kir ku Şoreşa Rojava hîn ciwan e û got, "Wêjeya rasteqîn a vê şoreşê wê derkeve holê."

WÊJEYA LI ROJAVA

Berdevka Dîwana Wêjeyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Nerîman Evdikê li ser karên wêjeyê, zor û zehmetiyan û wêjeya Kurd a bi şoreşê re afirî, ji ANF'ê re axivî. Nerîman Evdikê anî ziman ku dema karê wêjeyê yê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bê nirxandin nabe ku ji pêvajoya beriya şoreşê qut bê nirxandin û got, "Karên wêjeyê yan jî wêjeya Kurd tenê bi şoreşê re destpê nekir. Karên heyî hemû li ser mîrateyekê bi pêş ket. Beriya şoreşê nivîskarên me, helbestvanên me hebûn. Van hemûyan kedeke mezin dan. Neçar man ku li hemberî gelek zor û zehmetiyan têbikoşin. Ked û têkoşîna bi salan ji me re zemîneke girîng afirand."

DÎWANA WÊJEYÊ XWEDÎ BERPIRSYARIYEKE MEZIN E

Nerîman Evdikê anî ziman ku bi Şoreşa Rojava re şert û merc guherîn, derfet hatin afirandin, gelek destketî bi dest ketin, di karên wêjeyê de jî derfet afirîn û got, "Gelek nivîskar û rewşenbîrên me yên beriya şoreşê ev kar dikirin, ji van derfetan biyanî ne, her wiha gelek ji wan van derfetan weke xewnekê dibînin. Di bikaranîna van derfetan de zor û zehmetiyan dikişînin. Weke min got, bingeh heye, gelek nivîskar, lêkolîner, helbestvan hene û piştî şoreşê nifşekî nû derkete holê. Ev nifşê nû jî bi têra xwe xwedî huner û danhevî ye. Ya girîng ew e ku em van li hev kom bikin, bikin ku tiştên hîn bedew bêne afirandin. Ya rast di vir de berpirsyariyeke mezin a Dîwana Wêjeyê heye. Çapxaneyên me hene, kovarên me hene. Festîvalên wêjeyê têne lidarxistin. Êdî berhemên bi Kurdî bi rengekî hêsanî dikarin bêne belavkirin. Em dikarin pirtûkên xwe bişînin fûarên li derveyî welat. Bêguman ev hemû ji bo me pêşketinên girîng û hêja ne."

BERHEMEK NÎNE KU ŞOREŞÊ BI XURTÎ NÎŞAN DIDE

Nerîman Evdikê bal kişand ser kêmasiyên ji aliyê bikaranîna derfetan ve û got, "Nakokiyên navbera nivîskarên kevn û yên ciwan de dibe sedem ku hevsengiya navbera kevn û nû de zehmet bike. Niha wêjeyek heye ku bi nifşên nû destpê kiriye. Hem ji aliyê cûreyên berheman ve hem jî ji aliyê naverokê ve gelek guhertin hene. Şoreşeke mezin pêk hat, bi bandora şoreşê derfet afirîn, di astên cuda de guhertin hene. Ji ber vê yekê di navbera berhemeke niha ya nivîskarekî û berhemeke beriya 20 salan de gelek cudahî hene. Nivîskar heman kes e, teknîk û fikrê xwe jî bi heman rengî ye, lê belê li vê derê şoreşek heye û ev şoreş wê teqez bandorê li wê nivîsê bike. Bandora şoreşê wê di helbest, roman, çîrok, gotar û hemû berheman de hebe. Lewma mirov nikare bibêje ku li rojava wêjeya şoreşê nîne, lê mixabin kêmasiyên me jî hene.

Em tiştekî gelekî mezin û pîroz dijîn. Dibe ku rastiyeke me ya şoreşê hebe ku di dîrokê de kêm caran hatiye dîtin. Ji aliyê nîşandana vê şoreşê bi wêjeyê ve gelek kêmasiyên me hene. Hîn jî berhemek nîne ku şoreşê bi xurtî nîşan bide. Em nikarin bibêjin ku bi temamî nîne, bêguman heye lê belê rewşa heyî ne li gorî asta şoreşê ye."

PIRSGIRÊKA BINGEHÎN NEBÛNA REXNEGIRAN E

Nerîman Evdikê diyar kir ku li Rojava yek ji pirsgirêkên bingehîn nebûna rexnegirên wêjeyê yên xurt e ku karibin berhemên Kurdî rexne bikin û binirxînin û got, "Yek ji pirsgirêkên me yên bingehîn nebûna rexnegirên wêjeyê ye. Nirxandina berhema hatiye afirandin nîne. Kes nêzîkatiyeke bi vî rengî nîşanî kesî nade ku bibêje te li vir şaşitî kiriye, yan jî bi vî rengî bikira wê baştir bibûya. Ji ber vê jî pirsgirêka me ya bingehîn nebûna rexnekirinê ye."