Li Bêrecûkê êrîşa çekdarî ya li dijî DEM Partiyê: Birayê Begît hat binçavkirin

Di saetên şevê de bi çekê êrîşî avahiya DEM Partiyê ya li navçeya Bêrecûk a Rihayê hate kirin.

Duh bi şev li dijî avahiyê navçeya Bêrecûkê ya Partiya Wekhev û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) êrîşekî çekdarî hate kirin. Di êrîşa çekdarî ya saet derdorê 03.30’an pêk hatiye de 14 gule li avahiyê DEM Partiyê yê li ser Cadeya Abdulkadir Erdîl a Taxa Meydanê ya ketin. Birayê Hevşaredarê Bêrecûkê Mehmet Begît ê piştî hilbijartinê ji DEM Partiyê îstîfa kiriye Halîl Begît, di çarçoveya lêpirsîna hatiye destpêkirin de hate binçavkirin.

Hat zanîn ku du bi şev birayê Begît, Halîl Begît bi riya WhatssApê gef li rêveberên DEM Partiyê yên navçeyê xwariye. Rêveberên DEM Partiyê Halîl Begît gilî kirin.