Gultekîn Ozturk ê ku polîs lê dabû, jiyana xwe ji dest da

Li navenda Peyas a Amedê Gultekîn Ozturk ê ku polîs bi motosîkletê lê dabû, jiyana xwe ji dest da.

Gultekîn Ozturk (58) ku dema di 6’ê gulanê de xwest li Bûlwara Dîclekent a navçeya Peyas a Amedê  derbasî aliyê din ê rê bibe polîsê trafîkê yê bi motosîkletê lê dabû û giran birîndar bûbû, jiyana xwe ji dest da. Ozturk ê bi bandora lêdanê xwîn çûbû ser mejiyê wî rakirin beşa lênêrîna awarte ya Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Gazî Yaşargîl.

Ozturk ê du roj bûn di bêşa lênêrîna awarte de bû, jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê Ozturk dê li Goristana Yenîkoyê were veşartin.