Şoreşgera Elman Ellen Jaedîcke jiyana xwe ji dest da

Şoreşgera Elman Ellen Jaedicke roja Îne ji ber nexweşiya penceşêrê li bajarê Hambûrgê jiyana xwe ji dest da.

Jaedicke ya 40 Salî, 10 sal in di nav Tevgera Jina Kurd cih digirt. Piştî sala 2007’an tevlî Kooperatîfa Jinê ya Rezanê bibû, vegeriyabû warê xwe Elmanyayê û li vir bi hevrêyên xwe ‘Komîteya Kurdistanê ya Berlînê’ saz kiribûn. Jaedicke ya ku di avakirina kampa enternasyonalîst a ku sala 2009’an di çarçoveya Forûma Civakî ya Mezopotamya li Amedê hatibû lidarxistin, xwedî kedek mezin bû, di xebatên pirtûka ‘Berxwedan û Utupyayên heyî’ de ku bi zimanê Elmanî şoreşa jinê ya li Kurdistanê û modela konfederalîzma demokratîk ya ji hêla Abdullah Ocalan hatiye pêşdîtin dike mijar, cih girtibû.

Jaedicke piştî van xebatan jî, li Herêmên Parastinê yên Medyayê ku sal û nîvekê mabû, navê “Stêrk” li xwe kiribû. Dema vegeriya Elmanyayê jî di bin sêwana ÛTAMARA û CENÎ’yê de xebat kirin. Jaedicke herî dawî di xebatên Meclîsa Jinê ya Rojbîn a li Hambûrgê de cih digirt.

Ji hevalên wê yên têkoşînê Anja Flach diyar kir ku têkoşîna azadiya jinê ya PKK’ê coşek mezin dabû Ellen Jaedicke, got wê di têkoşîna azadiya jinê, ekolojî û xwerêveberiyê de zindî bê hiştin.

Cenazeyê Ellen Jaedicke wê li ser daxwaza wê li goristana ‘Baxçeyê Jinê’ ya li Hambûrg-Ohlsdorfê bê definkirin.

...