Li bajarê Den Haag ê Hollandayê, Kurdistanî û dostên wan salvegera Şoreşa Rojava pîroz kirin.
ANF
DEN HAAG
yekşem, 24 tîrmehê 2016, 10:35
Li bajarê Den Haag ê Hollandayê, Kurdistanî û dostên wan salvegera Şoreşa Rojava pîroz kirin. Di pîrozbahiyê de nûnerên Tevgera Jinên Kurd li Ewropayê û MLKP'ê axivîn. Qisekeran destnîşan kirin, ku Şoreşa Rojava şoreşeke mirovahiyê ye.
Di axaftinan de bal hat kişandin ser tecrîda şidandî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, ku agahî jê nayê girtin û ji saziyên navneteweyî hat xwestin, ji bo parêzer û malbat karibin hevdîtinê bikin bikevin nava hewldanan. Çalakgeran diyar kirin, heta azadiya Ocalan ew ê têkoşîna xwe bidomînin.
Pîrozbahî bi stranên koma muzîkê ya Dengê Kurdistanê qediya.