BI DÎMEN

Tulay Hatîmogûllari: Şaredarî talan kirine

Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari û Tûncer Bakirhan piştî Amedê çûn serdana hevserokên Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê Devrîm Demîr û Ahmet Turk.

Hevserokên Giştî yên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Tulay Hatîmogûllari û Tûncer Bakirhan çûn serdana Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê.

Hevserokên DEM Partiyê ji hêla Hevşaredar Demîr û Turk, parlamenterên Mêrdînê Salîha Aydenîz, Bêrîtan Guneş û Kamuran Tanhan, hevşaredarên navçeyan ve hatin pêşwazîkirin.

Di serdxanê de parlamenter, Lijneya Rêveberiya Navendî ya Partiya DEM (MYK) û Meclîsa Partiyê (PM) bi Tulay Hatîmogûllari û Bakirhan re hatin. Piştî pêşwazîkirinê hevserok derbasî avahiya xizmetê ya Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê bûn. Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk li vir axivî û diyar kir ku gel di hilbijartinan de vîna xwe nîşan da.

Ahmet Turk bal kişand ser wêrankariya qeyûman û wiha got: “Bawer bikin em bi rewşeke wisa re rû bi rû ne ku em hatine wê astê ku em nizanin çi bikin. Li gorî hesabên me yên niha em bi 5 milyar û 400 milyon deyn re rû bi rû ne. Me heta niha deynên mutehîdan hesab nekiriye. Bi deynê wan re wê deyne me bigihêje 6-7 milyarî. Pêvajoyeke dijwar e, lê ez bawerim em ê bi ser bikevin."

Hevşaredara Bajarê Mezin a Mêrdînê Devrîm Demîr diyar kir ku ew bi mazûvaniya hevserokan kêfxweş in û got, “Me pêvajoyeke dijwar li pey xwe hişt. Ez di wê baweriyê de me ku em ê van hemû pirsgirêkan derbas bikin û modelek layîqî gelê xwe bikin.”

Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari jî diyar kir ku li Mêrdînê serkeftineke baş bi dest xistine û wiha got: “Her cara ku em tên vî bajarê qedîm hest û ramanên geş dibin. Mêrdîn bajarekî pir taybet e. Bi rastî hemû şaredariyên me di heman rewşê de ne. Qeyûm çû, her der xistine nava deynan. Şaredarî talan kirin. Gelek şaredarî di rewşeke wiha de ne.”

Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tûncer Bakirhan jî bi gotina “Ez we pîroz dikim” dest bi axaftina xwe kir û wiha domand: “Ez hevşaredaran pîroz dikim. We ji hilbijartinan encamek baş girt. Em dizanin ku li Şaredariya Mêrdînê pirsgirêkên gelek mezin hene.  Qeyûman şaredarî xistine bin deynan. Em ê vê pêvajoyê derbas bikin. Em ê xizmeteke pir baş bidin gelê xwe. Ji we û hevalên me yên din re serkeftinê dixwazim. Ez hêvî dikim ku em ê xizmeteke pir baş ji bo gelê Mêrdînê bikin.’’