ROJEVA 9'Ê GULANA 2024'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

Êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û Rojava û bûyerên têkildarî mijarê wê bêne şopandin.

Ji berdevkên kampanya Peace in Kurdistan Prof. Jeff Miley got, divê CPT tavilê bikeve nava liv û tevgerê û beriya her tiştî têkildarî tenduristiya Abdullah Ocalan agahiyê bide.

Ji ramangerên herî mezin ên sedsalê Edgar Morin diyar kir ku ew heyranê têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd e û got, "Têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd dozeke mafdar e. Divê em ji bo gelê Kurd û lîderê wan Abdullah Ocalan têbikoşin."

Berdevkê Komîsyona Girtîgehan a Komeleya Hiqûqnasan a ji bo Azadiyê (OHD) Zekî Bînbîr got, girtiyên siyasî yên ku 30 sal in girtî ne bi biryarên kêfî nayên berdan.

Pîrozbahiyên 15'ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî wê li Amedê destpê bikin.

Nagîhan Akarsel ku 4'ê Cotmeha 2022'an li Silêmaniyeyê hate qetilkirin, li Helebê li mala xwendinê tê bîranîn. Li Mala Xwendinê ya Şehîd Nagîhan Akarsel hem pirtûk têne xwendin, hem jî weke cihê karkirinê ji bo xwendekaran tê bikaranîn.