ROJEVA 6'Ê GULANA 2024'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê, Rojava û bûyerên têkildarî mijarê wê bêne şopandin.

Ewlehiya taxên Eşrefiyê û Şêxmeqsûdê yên Helebê ji aliyê şêniyên taxê ve tê kirin ku xweparastinê ji xwe re dikin esas.

Karkerê ji kulûba Gayrettepeyê rizgar bû, ku di şewatê de 29 karkeran jiyana xwe ji dest dan, anî ziman ku tupê vemirandina şewatê nedixebitî û deriyê derketina lezgîn ê ji ber şewatê nebû.

Nûnerê saziya Petrichorê Xêrî Îbrahîm zanîn ku ji 92 gorên komî yên tesbîtkirî heya niha 55 hatine vekirin ku beşek ji van bi rêbazên şaş û ne yasayî hatine vekirin û got: "Gorê komî yê di navbera Xanesor û Sinûnê de ji aliyê PDK’ê ve bi şeklekî ne qanûnî hate vekirin û cenazeyên 67 şehîdan bêyî testa DNA’yê li ber Şerfedîn hat veşartin lê nayê zanîn kê ji wan kê ye! Me derbarê vê mijarê de doz vekiriye. Cenazeyê 24 Êzidiyên ji Guhbel jî hê li Hewlêrê ne."