ROJEVA 4’Ê GULANA 2024’AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistan û Cîhanê

-Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û geşedanên têkildarî vê yekê wê bên şopandin.

-Li Kurdistan û Tirkiyeyê çalakiyên xizmên windayan wê bên şopandin.

-Ji parêzerên Baroya Romayê Ezîo Menzîone anî ziman ku girtîbûna demdirêj a Abdullah Ocalan û tecrîda mutlaq a li ser tê ferzkirin, îlegal e û got: “Berpirsyariya me hemûyan e ku em li dijî bêedaletiya li Îmraliyê rabin.”

-Hevserokê Êlihê yê DEM Partiyê Mûstafa Tekîk anî ziman ku hewl tê dayîn Êlih ji kokê wê were qutkirin û rêbazên taybet lê tê ferzkirin.

-Hevserokê DEM Partiyê yê Amedê Abbas Şahîn diyar kir ku hikûmet bi darê zorê bêçareseriyê ferz dike û got: "Ji bo demokrasî were vî welatî azadiya fîzîkî ya Birêz Abdullah Ocalan şert e."

-Ji bo ku li navenda tiba xwezayê ya li Taxa Şêxmeqsûd û Eşrefiyeyê hatî vekirin, gel jiyaneke bi tendurist bimeşîne rêbazên tedawiya alternatîf pêş têxe.