Li Stenbolê 38 kes hatin girtin

Li Stenbolê 38 kesên ku di 1’ê Gulanê Cejna Karkeran de hatibûn binçavkirin, hatin girtin.

38 KES HATIN GIRTIN

Li Stenbolê 65 kesên ku li Qada Saraçhaneyê di 1’ê Gulanê Cejna Karkeran de hatin binçavkirin, piştî kontrola tenduristiyê duh birin Edliyeya Stenbolê ya li Çaglayanê.

52 kes bi daxwaza girtinê bi îdîayên “Muxalefeta li hemberî qanûna meşa xwepêşandan û civînê”, “propagandaya rêxistinê” û “berxwedana li hemberî rayedarên civakê” sewqî dadgehê hatin kirin. 13 kes jî bi şertê kontrola edlî hatin berdan.

38 kes hatin girtin û 14 kes jî bi kontrola edlî hatin berdan.