BI DÎMEN

Amedspor bû şampiyon û derbasî Lîga 1’emîn bû

Amedspor di Koma Sor a Lîga 2’yemîn de di sehaya xwe de bi Menemen Belediyesporê beramber ma û bû şampiyon.

AMEDSPOR BÛ ŞAMPIYON

Amedspor a bi 3 pûan ferq û 10 golan averajê di Koma Sor a Lîga 2’yemîn a Federasyona Fûtbolê ya Tirkiyeyê yekemîn e, di sehaya xwe de dê bi Menemen Belediyesporê re bilîze. Bi dehhezaran alîgirên Amedsporê tîma xwe bi tenê nehiştin û bi dirûşmeyan piştgiriya tîma xwe kirin. 

Di dewreya ewil a maçê de her du tîman jî go neavêt. Di dewreya duyemîn de jî her du tîman jî gelek pozîsyonên golê dîtin lê nekarîn golê biavêjin. Dû re hakemî 4 deqîqeyan maç dirêj kir û li vir jî gol nehate avêtin û maç 0 û 0 qediya. 

Amedspor bi vê encamê hem bi ferqa pûan hem jî bi ferqa avêrajê bû şampiyon.