HEVPEYVÎN

Prof. Grubacîc: Abdullah Ocalan ji Rêberekî gelekî zêdetir e

Prof. Andrej Grubacîc, anî ziman ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji Rêberekî şoreşgerî gelekî zêdetir e û got ku ew fîlozof, civaknas û zanyar e.

HEVDÎTINA BI ANDREJ GRUBACÎC RE

Prof. Andrej Grubacîc, destnîşan kir ku tişta ku siberoja çepa gerdûnî diyar bike, şerê di navbera du hêmanên rêxistinî de ye û got, “Hûn neçar in tercîhek bikin, li gorî nêrîna min ev tercîh gelek girîng e; An wê Rojava be an jî wê dîsa Bûlgarîstana sosyalîst be. Divê em ruhê Rojava li nav çepgirên nû ya cîhanî belav bikin.”

Andrej Grubacîc serokê damezrîner a Beşa Antropolojî û Guhertina Civakî ya Enstîtuya Kalîforniyayê ya Lêkolînên Integral-San Francîsco û edîtorê Journal of World-Systems Research e. Di heman demê de li Zanîngeha Kalîforniya, Navenda Berkeley a Tiba Civakî ya Berkeleyê jî endamê fakulteyê ye. Andrej Grubacîc edîtorê PM Pressê ye û edîsyona bi Îngilizî ya xêzeromana ‘Azadî wê bi ser bikeve’ çap kiriye ku di vê xêzeromanê de behsa jiyan û têkoşîna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dike. Andrej Gurbacîc ji ANF’ê re axivî.

Grubacîc, diyar kir ku ew di salên 1990’î de bi xebat û ramanên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hesiya ye û got, “Wê demê ez li Elmanyayê bûm û min ramanên cuda lêkolîn dikirin. Min hewl dida rewşa li Kurdistanê diqewimî fêm bikim. Dema ku min li vir bi mirovan re nîqaş dikir, hîn bûm ku li herêma Kurdan a li Tirkiyeyê bûyerên balkêş, bi êş û kelecan hene. Cara ewil bû ku min navê Abdullah Ocalan dibihîst. Ez bi mirovên ku bi Tevgerê re têkildar in ketim têkîliyê û li ser xebatên wan min agahiyên cuda bi dest xist. Piştre dema ku min xebatên siyasî û hin lêkolîn dikirin, rastî ramanên Ocalan hatim. Wê demê min li ser Zapatîstanên li Meksîkayê lêkolîn dikir. Bi xwendina pirtûkan re ramanên Ocalan hêj zêdetir bala min kêşa.”

Andrej Grubacîc, destnîşan kir ku ew geşadan û pêşketinên li Rojava ji nêz ve dişopîne û wiha dewam kir, ‘’Jixwe ez têkildarî mijarên çepgirî û çepgiriya cîhanî dinivîsim. Girêdayî vê yekê helbet ji kevneşopiya Wallersteîn û Abdullah Ocalan a dîroka cîhanê û pergalên cîhanê sûd werdigirim. Ez dikarim bibêjim ku ji bo pênaseya çepgiriya cîhanî ya nû têkoşîneke mezin heye. Em dikarin vê mijarê weke du kampên cuda binirxînin. Yek ji wan fikrên Jakobenî, fikrên modernîst yan jî yên kapîtalîst modernîst, fikrên dewleta lîberal. Niha jî li aliyekî din kesên hewl didin ku kapîtalîzmê bi rêya şoreşgeriya radîkal ji holê rakin hene. Ew kes girêdayî Modernîteya Demokratîk a Abdullah Ocalan in ku mirovahiyê esas digire, şiklên rêxistinbûna ku zêdetir nêzîkî kevneşopiya anarşîzmê ye. Helbet ev yek kevneşopiya ku niha li Rojava tê afirandin e, yan jî ya ji nû ve tê afirandin e. Ev kevneşopiyek e, rast e sosyalîzm e lê belê sosyalîzmeke pir cihê ye. Sosyalîzmeke bêdewlet, sosyalîzma Abdullah Ocalan ku bingeha wê girêdayî fikrên Ocalan ava bûye. Ne ew sosyalîzm e ku girêdayî fikra makînenîzm û hilberîzma Lenînîst a kevn e. Fikrên Ocalan alternatîfeke nû ye. Tiştekî nû ye. Xeyala wan kesan e ku ku em weke çepgirên cîhanî bi nav dikin. Ev yek li Rojava rû dide û pêş dikeve. Hewce ye em ruhê Rojava di nava çepgirên cîhanî yên nû de bidin zanîn.”

Grubacîc bal kişand ser girîngiya pêngava, ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî’ û axaftina xwe wiha domand, ‘’Ev kampanya pir hêvîdar e. Li gorî min hewce ye em çakbîn bin. Ez weke kesekî ku gelekî ji felsefeya Ocalan bandor bûyî, dibêjim ku divê em di mijara şoreşgeriya Ocalan û fikrên wî de bi israr bin. Ew fîlozof û civaknasekî gelekî girîng e. Di bin şert û mercên pir zehmet de fikrên xwe weke çend pirtûkan anî ziman ku ji milyonan mirovan re bûye îlham. Her wiha em dikarin bibêjin ku îro Rojava gelekî hêviyê dide. Bi rastî jî îlhamê dide tevgera şoreşgerî ya berbelav. Ez qala Tevgera Azadiyê ya Kurdan dikim. Ocalan gelekî ji rêberekî şoreşger wêdetir e. Her wiha Ocalan fîlozof, civaknas û zanyarekî girîng e. Ev yek ji bo herkesên demokrasîxwaz û azadîxwaz derbasdar e. Wan hemûyan hembêz dike yanî. Weke têgeha 'Rêber' e. Birastî jî wisa ye. Bi fikrên xwe rê nîşan dide, tesîreke mezin li ser mirovan ava dike. Şêweyeke axaftin û nivîsandinê ya hebûna felsefîk û siyasî nîşan dide, diafirîne.”

Grubacîc, diyar kir ku ji bo Abdullah Ocalan hêj zêdetir ji aliyê rewşenbîr, xwendekarên zanîngeh û akademîsyenan ve bê naskirin, divê hêj bêhtir pirtûkên wî bên wergerkirin û li ser nivîs bên nivîsandin. Grûbacîc wiha pêde çû, “Divê em zêdetir pirtûkên Ocalan wergerînin û li ser binivîsînin, hewl bidin ku fêhm bikin bê ka Ocalan li ser çi dinivîse. Ne tenê li Rojhilata Navîn divê mirov bandora wî baş fêhm bike.

Bi ya min tişta ku divê em bikin ev e. Li ser fikrên wî nivîsan binivîsinin. Li ser fikrên wî bisekinin û belav bikin. Ji bo vê jî heta niha me sê pirtûkên xwe bi PM Pressê, weşanxaneya ku ez pê re kar dikim û pê re têkildar im çap kir. Me pirtûka bi navê Dialogues With Free Life (Diyalogên bi Jiyana Azad re) weşand. Me The Beyond Power, State And Vîolance (Parastina Gelekî) weşand. Her wiha pirtûka Sociology of Freedom (Sosyolojiya Azadiyê) me wergera Îngilîzî kir û weşand. Ez difikirim ku ev çend pirtûkên pir girîng in, metnên pir girîng in ku rewşenbîr li ser bifikirin û bi berdewamî ramanên xwe bi pêş bixin. Herî dawî, Ocalan ji bo zanisteke civakî ya nû ku jê re tê gotin Sosyolojiya Azadiyê, pêşniyareke gelekî wêrek ji me re hişt. Bi ya min divê em vê cidî binirxînin. Dîrokeke dirêj a pêşniyarên bi heman rengî heye.

Wallerstein xwedî fikra zanista civakî ya dîrokî bû. Beriya wê jî fikra Fernand Braudel ya derbarê zanistê de hebû. Bi dîtina min, pêşniyara Ocalan belkî ya herî bi îdîa ye.”