Polîsan hem birîndar kirin, hem jî binçav kirin

Serkan Tûtak ê li Nisêbînê bi guleya polîsan birîndar bû, li nexweşxaneya lê dihat dermankirin ji aliyê polîsan ve hat binçavkirin.

Li navçeya Mêrdîn Nisêbînê, welatiyê bi navê Serkan Tûtak ê bi hawara Selamet Yeşîlmen a li ber mala xwe ji aliyê polîsan ve hat qetikirin çû, bi guleya polîsan birîndar bû, îro jî hat binçavkirin.

Polîsên Tirk danê sibehê avêtin ser Nexweşxaneya Zanîngeha Dîcle ku Tûtak lê dihat dermankirin û ew binçavkirin.

Hat ragihandin, ku di dema binçavkirinê de polîsên Tirk nehiştine Tûtak dermanên xwe jî bi xwe re bibe. Polîsan, Tûtak birin Midûriyeta Emniyetê ya Bajarê Amedê û piştre birin Nisêbînê.