Dozgeriya Enqereyê têkildarî 10 rojnamevanan daxwaza ceza kir

Di doza darizandina 10 rojnamevanan de dozgeriya Enqereyê xwest ceza bê birîn.

Di 29’ê cotmeha 2022’yan di çarçoveya lêpirsîna Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê de nûçegihanên Ajansa Mezopotamyayê (MA) Dîren Yurtsever, Bêrîvan Altan, Selman Guzelyuz, Hakan Yalçin, Emrûllah Acar, Ceylan Şahînlî, Zemo Aggoz û Denîz Nazlim, nûçegihanên JINNEWS’ê Habîbe Eren û Oznûr Deger û stajyarê MA’yê yê berê Mehmet Gunhan hatibûn binçavkirin û di 16’ê gulana 2023’yan de jî hatibûn berdan. Danişîna doza rojnamegeran ku bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” tên darizandin, li 4’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê hat lidarxistin. 
 
Rojnameger Selman Guzelyuz û Denîz Nazlim ku negirtî tên darizandin û parêzerên wan tev li danişînê bûn. Rêveberên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) û Komeleya Hiqûqnasên ji bo Azadiyê (OHD) jî danişîn şopandin. 
 
JI BER HEVPEYVÎNAN HATIN SÛCDARKIRIN 
 
Dozgerî di danişînê de mutalaaya xwe pêşkeş kir. Di mutalaayê de îfaeyên şahidê nepen “K8” û şahid Kerem Gokalp esas hatin girtin û hat xwestin ku rojnameger bên cezakirin. Her wiha di mutalaayê de hat îdiakirin ku hevpeyvînên rojnamegeran bi nûnerên HDP û DEM Partiyê re kirin li ser “talîmatê” hatine kirin. Dozger, diyar kir ku MA û JINNEWS bi rêyan legal hatine avakirin û îdia kir ku “moral û motîvasyona endamên rêxistinê xweş dike.” Balkêş e ku îdiaya şahid Ozgur Baran ku ji bo rojnameger Oznur Deger digot “Xebatkara MA’yê ye” jî di îdianameyê de cih girt. 
 
Parêzer û rojnamegeran jî li dijî mutalaayê dem xwestin. Parêzer Resûl Tamûr wiha got: “Divê mutalaaya dozger fesîh be û bê fêmkirin. Divê di navbera delîl û bersûcan de eleqe hebe. Nexwe Dadgeha Bilind vê rewşê weke binpêkirina mafê parastinê qebûl dike. Tu eleqeya îdiayan û rojnamegeran bi hev nîne. Em dixwazin ku biryara kontrola edlî ya li ser rojnamegeran bê betalkirin û ji dozgeriyê were xwestin ku têkiliya di navbera îdia û miwekîlan de eşkere bike.” 
 
Şandeya dadgehê jî biryar da ku sepana avêtina îmzeyan a rojnamegeran were rakirin lê qedexeya derketina derveyî welat domand.

Danişîna dozê taloqî 3’yê tîrmehê hate kirin.