Platforma NA ya Fransayê: Em ê bersiva pêwîst a faşîzim û diktatoriyê bidin

Hevparên Platforma NA ya Fransayê, ji beriya xebatên dengdanyê ya k udi 27’ê Adarê de li Fransayê pêk were li paytext Parîsê civînek a çapemeniyê lidar xist.

Di axaftinên Kurdî û Tirkî ya hevberdevakan a civîna çapemeniyê ya li lokala Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Parîs de ku saet 18:00’an destpê kir wiha hate gotin: “Li dijî lihevkirina faşîzma AKP/MHP’ê li Farnasayê xebatên platforma NA ya bi hemû leza xwe didome. Kurd, Tirk, Ermenî, Çerkez, Elewî, Sunî û hemû hejar ên di bin sêwana hevparê platforma NA ya li dijî yek diktatoriyê li hev civiyane bi ruhê Newrozê, wê li Faransa li ser sindoqan di dengdayîna di navbera 27’ê Adarê heta 9’ê Nîsanê wê bersiva pêwîst li dijî faşîzim û diktarotiyê bidin.”

Di çarçoveya xebatên kampanyaya platrformê de ji pêvajoya îro û şûnde li navendên bangê yên li Parîsê hatin avakirin wê bi telefonê li hezaran kesî bigerin û têkildarî hilbijartinê agahdar bikin wê berê wan bidin ser sindoqan.

Xebatên kampanayay Plaftorma NA ya Fransayê ya vê heftê wiha ye:

24’ê Adar

 Li Salona Dawetê ya Drance bi beşdariyekî fireh civînên gel bên lidarxistin.

25’ê Adarê

Meş û mîtîng

Cih: Qada Bastîlle

Saet: 14:00

 26’ê Adarê

Li Salona Dawetê ya Evry Firat bi beşdariyekî fireh civînên gel bên lidarxistin.