Parêzerê Ocalan Yureklî: Gel dikare tecrîdê bişikîne

Ji parêzerên Ocalan Yureklî diyar kir, rewşa li Îmraliyê hê ne diyar e û nerazîbûn nîşanî tecrîdê da. Yureklî destnîşan kir, ku nerazîbûna gel dikare tecrîdê bişikîne.

Ji parêzerên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Cengîz Yureklî li bajarê Bonn ê Elmanyayê, di civîna gel de tecrîda şidandî ya li ser Ocalan nirxand.

Yureklî da xuyakirin, ku îzolasyona li Îmraliyê li cihekî din ê cîhanê nîne û got, "Îmrali ne girtîgehek e, ew sîstemek e. Her gotina li wir bê bilêvkirin, xwedî wateyekê ye. Avhewaya li wir, tehdê li tenduristiya Birêz Abdullah Ocalan dike. Girtîgeha Gûantanamo ji aliyê binpêkirina mafên mirovan ve navê wê gelekî tê bilêvkirin, lê belê şert û mercên sîstema Îmraliyê ji vê gelekî girantir e. Ev der girtîgeha giravê ye, tevî bi hezaran 'personelên ewlekariyê' li dijî yek şexsî hatiye amadekirin. Jiyana li vir li qadeke ji 12 metreçargoşeyî hatiye bicihkirin."

'REWŞ HÊ NE DIYAR E'

Yureklî bal kişand ser mercên îşkenceya giran a li Îmraliyê û bibîr xist, ku mafê dayîna rojname û radyoyê tê astengkirin. Yureklî işaret li bandora gotinên Ocalan ên li ser civakê kir û destnîşan kir, ku ji ber vê yekê tecrîd hemû civakê qeledar dike.

Yureklî diyar kir, tevî hevdîtina birayê Ocalan jî hê ne diyar e rewşa li Îmraliyê çi ye û anî ziman, ew ast û encama mekanîzmaya zextê nizanin.

'DIVÊ XWEDÎ LI OCALAN DERKEVIN'

Parêzer Yureklî da zanîn, ku nêzîkatiya li Ocalan divê weke nêzîkatiya li gelê Kurd û pirsgirêka Kurd bê dîtin û got, "Di destpêkê de li Îmraliyê îzolasyon dan destpêkirin û xwestin asta nerazîbûnê bipîvin. Mînak; li Şirnex, Cizîr, Sûr, Nisêbîn û Geverê beriya hilweşandina bajaran, di bin navê 'têkoşîna li dijî terorê' de ewilî elektrîka gel birîn û pêşî li tedarikkirina pêdiviyên rojane girtin. Nehiştin çapemeniya azad xwe bigihîne van cihan. Yanî xistin nava tecrîdê. Tiştên gelekî hovane kirin; mînaka Dayika Taybet li Silopiyayê, pitikên sê mehî li FarqîNê, zarokên me yên deh salî li Cizîrê di sarincê de hatin girtin. Tecrîd tiştekî bi vî rengî ye."

Yureklî destnîşan kir, ku xwedîderketina li Ocalan ji bo Kurdan xwedîderketina li xwe ye, pêşîgirtian li komkujiyan e û got, "Azadiya Ocalan û azadiya gelê Kurd yek e."

Parêzer Cengîz Yureklî bêdengiya saziyên navneteweyî rexne kir û destnîşan kir, ku nerazîbûna gelê li Ewropayê diyarker e û çavkaniya moralê ye ji bo berxwedanê.

...