Newroza Enqereyê: Bila tecrîd tavilê bi dawî bibe

Li Enqereyê di pîrozbahiya Newrozê de ku bi hezaran kes tevlî bûn, nerazîbûn ji tecrîdê re hate nîşandan. Tim û tim dirûşma 'Bijî Serok Apo" hate qîrîn.

NEWROZA ENQEREYÊ

Pîrozbahiya Newrozê ya Enqereyê bi dirûşma “Rabe dema azadî û serkeftinê ye” li Anitparkê hate lidarxistin. Bi hezaran kes tev li bûn. Tevlibûna zêde ya ciwan û jinan bal kişand. Di pîrozbahiyê de gelek caran dirûşmên “Bijî Serok Apo” û “Azadî ji zindanan re” hate berzkirin. Her wiha dovîza “Dê dawî bêhempa be” hate hilgirtin.

Pîrozbahî bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir û piştre jî nameya namzeta hevşaredariyê ya DEM Partiyê ya Bajarê Mezin a Enqereyê Gultan Kişanak hate xwendin. Piştre jî namzetên din ên DEM Partiyê yên bajar li ser dikê hatin vexwendin.

Namzetê hevşaredariyê yê DEM Partiyê yê Bajarê Mezin a Enqereyê Ozturk Turkdogan di pîrozbahiyê de wiha got: “DEM Partî ne tenê ya kurdan, partiya çepgir û sosyalîstan e. Partiyê hemû kesên cihêkarî lê tê kirin e. Em ê aştiyê bînin vî welatî. Ji bo vê jî divê DEM Partî xurt bibe. DEM Partî ji bo Enqereyê vebijêrkeke çep e. Li ser partiya me spekulasyon tên kirin. Em li vir bi zelalî dibêjin; ji bilî DEM Partiyê dengê xwe nedin tu kesî. Li Enqereyê tifaqa me bi tu aliyan re nîne. Em tenê ji bo DEM Partiyê deng dixwazin.”

Parlamentera DEM Partiyê ya Wanê Pervîn Buldan jî gel silav kir û Newroza wan pîroz kir. Buldan, diyar kir ku heqîqeta li qadên Newrozê derketî holê pirsgirêka kurd e û wiha domand: “Tişa li van qadan derdikeve holê aştiya Tirkiyeyê ye. Gultan Kişanak îro girtî ye û sedema wê jî pirsgirêka kurd e. Nobeta Edaletê ya Emîne Şenyaşar ji ber pirsgirêka kurd e.”

Di berdewamê de Buldan bertek nîşanî tecrîda li Îmraliyê da û ev tişt anî ziman: “Îro ji bo rakirina tecrîda li ser birêz Ocalan, bi hezaran girtiyên siyasî di greva birçîbûnê de ne. Ez wan silav dikim. Tecrîd, sûcekî li dijî mirovahiyê ye. Em li vir careke din bang dikin; tavilê tecrîdê rakin û bila birêz Ocalan bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê bike. Ji bo rakirina tecrîdê girtî di grevê de ne, dayik nobetê digirin û meşên azadiyê tên lidarxistin. Lê Enqere kerr û lal e. Em ê bersiva herî mezin li ser sindoqan bidin wan.”

Piştre jî hunermend Şîlan Dora derket ser dikê. Pîrozbahiya Newrozê bi gerandina govendê bi dawî bû.