NAV-DEM: Ji bo Xerabê Bava em derkevin qadan!

NAV-DEM têkildarî komkujiya dewleta Tirk a li Xerabê Bava got, "Em bang li hemû gelê xwe, şoreşger, demokrat, sosyalîst, hêzên pêşverû, hemû beşên civakî yên xwedî nasname û baweriyên cuda dikin ku li dijî faşîzma AKP'ê derkevin qadan."

Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Elmanyayê (NAV-DEM) têkildarî gundê Xerabê Bava daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de hate gotin, "Em weke NAV-DEM û YJK-E'yê polîtîkayên kavilkirin, şewitandin, komkujiyê ya dewleta Tirk a li Kurdistanê ku niha li gundê Xerabê Bava a Nisêbînê pêk tîne bi tundî şermezar dikin. Divê were zanîn ev û polîtîkayên bi vî rengî wê ti carî ji aliyê me ve neyên qebûlkirin. Ji bo ku komkujiyên nû çênebin di serî de gelê me em bang li hemû raya giştî ya demokratîk dikin ku bikevin nav hewldanan."

NAV-DEM'ê diyar kir dewleta Tirk di êrîş û hovîtiya bi ser Kurdan de ti sînoran nas nake û wiha got, ‘'Çeteyên paramîlîter ên AKP-MHP, Ergenenok û Qesrê ku yên ku bi ji navenda dewletê ve têne birêvebirin, xwedî hişmendiya DAIŞ'ê ne, li Kurdistanê polîtîkayên xwe yên şewitandin, kavilkirin û komkujiyê didomînin, ku ev çete bi wê hedefê tevdigigerin ku bi destserkirina şaredariyan, girtina wekîlan, hilbijartiyan, girtina saziyan û êrîşên bi ser Rojava û Başûr de dixwazin vîna Kurdan bişkînin û Kurdan radest bigirin."

NAV-DEM di daxuyaniya xwe de wiha got:

"Agahî ji me re tên ku ji gundê Xerabê Bava ê Nisêbînê ku e 10 roj in hatiye dorpêçkirin ti agahî nayê wergirtin. Wekîlên ku bi mebesta jê agahdar bibin dixwazin biçine gund têne astengkirin. Tê îdîakirin li gund şebekeyên telefonê, elektrîkê hatine birîn, gundî li hev kom kirine, hemû di malekê de civandine, bi komî êşkence li ser gundiyan dikin, her wiha hin ji wan hatin înfazkirin. Li gorî çapemeniya girêdayî dewletê heta niha 5 kes hatin înfazkirin. Îdîayên ku bi wêne û vîdeoyên di medyaya civakî te têne parvekirin, ku tê gotin 'ev dîmen leşkeran kişandine' pir hêwilnak in. Duh wekîlên HDP'ê û şandeyeke rêxistina sivîl xwest biçe gund lê hatin astengkirin. Astengkirina şandeyê van îdîayan xurtir dike. Wekîlan xwestiye ku xwe bigihînin Wezareta Navxweyî û Walî lê bersiv nehatiye dayin. Di van saetan de ku ev daxuyanî tê dayin jî wekîl hê li herêmê ne û li gel hemû hewldanan ti encameke erênî nehatiye standin.

Bi van kirinan re dewletê rewşeke dî ya dijmirovî li Kurdistanê dide jiyîn. Tiştên ku em j isalên 90'î ve dizanin û tiştên ku li Cizîr, Sûr, Nisêbîn, Şirnex, Licê, Gever, Farqîn, Hezexê me dîtin fikarên me yên di vê mijarê de girantir dikin.

Em weke NAV-DEM û YJK-E'yê bang li hemû hêzên demokrasî, aştî, saziyên navnetewî dikin ku têkildarî îdîayên li ser gundê Xerabê Bava lêkolînan bikin. Em bang dikin ku li dijî polîtîkayên komku û faşîst ên dewleta Tirk û AKP tevbigerin û zext li wan were kirin.

Em weke NAV-DEM û YJK-E'yê bi mebesta ku li dijî polîtîkayên dewletê û çeteyên Qesrê, AKP'ê dengê xwe derxînin, bang li hemû gelê xwe, rêveberên xwe dikin ku li cihê lê ne  bi lezgînî çalakiyan bikin, em bang li şoreşger, demokrat, sosyalîst, hêzên pêşverû, komên bawerî yên Sinnî, Elewî, Êzîdî, Asûrî, Suryanî, Ermenî û hemû komên bawerî û nasnameyan dikin ku li dijî faşîzma AKP'ê dengê xwe derxînin û dakevin qadan. Em diyar dikin ku li dijî vê hewldana komkujiyê em ê bêdeng nemînin."