Li Zurîhê protestoya 15’ê Sibatê: Dixwazin gel teslîm bigrin

Kurdîstanî li Zurîhê Komploya 15’ê Sibatê protesto kirin.

Ji ber salvegera Komploya 15’ê Sibatê a ku li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêkhatibu, li bajarê Zurîhê çalakiyek hate lidarxistin. Çalakî li ber Sefertxaneya DYA yê hate kirin, di çalakiyê de endamê Navenda Saziya Civaka Kurd Huseyîn Mamaklî axivî û got, DYA jî di nav de hêzên navneteweyî di pêkanîna vê koployê de pirskgirêka Kurd û pirgirêka heremî li şûna çareseriyê aloztir kir. Mamakli wiha got: “ Hêzên navneteweyî planên xwe yên Rojhilata Navîn xistine meryetê. Ji bo planên xwe jî pêkbînîn li ser Serok APO komplo pêkanîn. Çareseriya Serok APO ji bo Rojhilata Navîn pêşxistibû, ya hemû nasname, çand, bawerî ji bo wekhev û azad bijîn, lê hêzên navneteweyî ji bo xwe ev proje tehlîke dîtin û komplo pêk anîn. Hêzên navneteweyî di şexsê Serok APO de azadiya gelê Kurd û gelên Rojhilata Navîn dîl girtine.”

Kurdîstanî, çelenga reş dan ber seferetxaneyê û çalakiya xwe bi dawî kirin.