NÛ BÛ

Li Stûttgart, Frankfûrt, Berlîn û Zurîhê tecrîd hate protestokirin

Li bajarên Frankfûrt, Stûttgart û Berlîn ên Elmanya û bajarê Zurîh ê Swîsreyê, tecrîda li hember Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate protestokirin û bal kişan ku divê bi lezgîn bi Ocalan re hevdîtin pêk were.

Li bajarên Frankfûrt, Stûttgart û Berlîn ên Elmanya û bajarê Zurîh ê Swîsreyê, tecrîda li hember Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate protestokirin û bal kişan ku divê bi lezgîn bi Ocalan re hevdîtin pêk were.

STÛTTGART

 Kurdistanî û dostên wan ên li bajarê Stûttgart ê Elmanya û derdora wê dijîn, tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi meşeke girseyî protesto kirin.

Meş ji aliyê NCKD a Stûttgartê ve roja şemiyê saet 17:30’an li pêşberî HBF’ê bi kombûna girseyekê ve destpê kir.

Di meşê de wêneyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ê mezin û alên PKK’ê û KCK’ê hatin bilindkirin û di tevahiya meşê de dirûşmên mîna “Kujer Erdogan”, “Bijî Serok Apo” û “Bijî PKK” qîr kirin.

Di meşê de belavok hatin belavkirin, li Schloss Platz mîtîngek hate lidarxistin.

Mîtîng bi deqeyek rêzgirtina ji bo kesên ku di êrîşa li Munîhê de jiyana xwe ji dest dabûn û şûn de destpê kir. Li ser navê komîteya amadekariyê Orhan Ateş axaftin kir.

Ateş wiha anî ziman: “Heta ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azad nebe, her kêlî her çirke em ê li qadan bin, bi tevahî hêza xwe em êseferber bin.” Ateş her wiha diyar kir ku piştî darbeya 15’ê Tîrmehê fikarên der barê Ocalan de her ku diçe zêde dibin.

Ji bo vê divê li her cihê ku Kurd lê dijîn tecrîdkirina protestoyê bikin. Mîtîng bi xwendina belavoka NAV-DEM’ê re bi dawî bû.

FRANKFÛRT

Li bajarê Frankfûrt ê Elmanyayê Meclîsa Jinan a Amara ya Frankfûrtê ji bo balê bikişînin ser tecrîda li ser Ocalan starta agahdarkirinê vekirin.

Li ser karta ku wêneyê Rêberê Galê Kurd Abdullah Ocalan li ser bû hatin belavkirin.

Jinên ku stand vekirin diyar kirin ku heta encam bê girtin wê çalakiyên wan dewam bikin. Jinan bal kişandin ser polîtîkayên kirîmînalîzekirina dewleta Elman a li ser siyasetmedarên Kurd, bal kişand ku ti cudahî di navbera nêzîkatiyên Tirkiye û Elmanyayê de nîne.

 Jinan piştre kartên ku wêneyên Ocalan li ser ji bo Ocalan şandin.

BERLÎN

Li paytexta Elmanya Berlînê tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate protestokirin.

Çalakî ji aliyê NAV-DEM Berlîn û NAV-DEM’ê ve hate organîzekirin, bi şîara “Ji Ocalan re azadî, ji Kurdistanê re statu” destpê kir.

Meş di saet 17:00’an de li Hermanplaz destpê kir, di meşê de pankartên mîna “Em ji rewşa jiyana Ocalan bi fikar in, tu jî bêdeng nebe”, “Ji Ocalan re azadî, ji Kurdistanê re azadî”, “Qedexeya li ser PKK’ê rakin”, “PKK’ê ji lîsteya terorê ya Elmanyayê rakin”, “ Jin ji bo azadiya Ocalan têkoşînê dikin, ji ber ku azadiya Ocalan azadiya jinan e” hatin vekirin û dirûşmeyên “Bê Ocalan em ê cihanê di serê we de hilweşînin”, “Bijî Serok Apo”, “Lêxe Gerîla lêxe, Kurdistanê ava bike” û “Ji Îmraliyê re hezar silav” qîr kirin.

Meşê heta Kottbûser Tor dewam kir, daxwaz ji hikûmeta Elmanya û Ewropa hatin kirin ku malbat û parêzer divê demildest bi Ocalan re hevdîtinê bikin.

Girseyê destnîşan kir ku heta bi Ocalan re hevdîtin pêk bê wê çalakiyên xwe dewam bikin.

ZURÎH

 Li bajarê Zûrih ê Swîsreyê Kurdistanî û dostên wan bi armanca protestokirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan mîtîngek li dar xistin. Kurdan û dostê wan daxwaz kirin ku bi lezgînî malbat û parêzer bi Ocalan re hevdîtinê bikin.

Li bajarê Zurih ê Swîsreyê endamên HDK-Swîsreyê û Meclîsa Gel a Zurîhê tecrîda li ser Ocalan protesto kirin. Mîtînga ku li Helvetîaplatz hate lidarxistin 300 kes beşdar bûn.

Kurdistaniyan û dostên wan wêneyên Ocalan hilgiritin dirûşmên “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok jiyan nabe”,” Kujerê zarokan Erdogan” û “Terorîst Erdogan” berz kirin.

 

...