Li ser kampanya 'NA' li Fransayê civîn hatin lidarxistin

Di çarçoveya kampanya 'NA' de li bajarên Dreûx û Creîl ên Fransayê civînên gel hatin lidarxistin.

'Platforma Na ya Fransayê' li bajarê Dreûxê li Navenda Çanda Elewiyan civîn lidar xist. Li ser navê platformê rojnamevan Îrfan Dayioglû, nivîskar Nûray Bayindir û Nûrten Çakici axivîn.

Di destpêka civînê de, qeyda hilbijêran hat kontrolkirin û ji hilbijêrên ku qeyda xwe çênekirine hat xwestin, vê Yekşemê biçin konsolosxaneyê û qeyda xwe çêbikin.

Qisekeran bal kişandin ser girîngiya referandûmê û bang li her kesî kir, ku tevlî xebatên kampanya dengê 'NA' bibin.

CREÎL

Li bajarê Creîlê jî bi heman armancê civîna gel hate lidarxistin. Di civînê de êrîşên dewleta Tirk ên li Bakurê Kurdistanê hatin şermezarkirin.

Di vê civînê de, xebatên di pêvajoya referandûmê de bên meşandin, hatin nirxandin.