Li Norweçê platforma 'NA'

Kurdistanî û dostên wan ên li Norweçê platforma 'NA' ava kirin.

Di civîna li paytexta Norweç Osloyê, ji aliyê sazî û kesên ku beşdarî civînê bûyîn ve Platforma NA ya Norweçê hat avakirin.

Civîna ku Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Osloyê hate lidarxistin, Nûnerên HDP'ê yê Norweçê, Komeleya Piştgiriya Kurdistanê, Nûnerên Komeleya Elewî ya Norweçê û Navî Akkok, Mahmût Algunerhan (Nûnerê Rojnameya Evrensel yê Norweçê), Xwendekar Bûket Karakaya tevlî bûn.

Li ser navê platfromê di daxuyaniya hatî dayîn de, li dijî rejîma yek zilamiyê, çepgir, Sosyalîst, Demokrat û giringiya hatina gel hev ya aliyên azadiyê hat nirxandin.

Platformê bal kişand ser girtina kesên mûxalîf, wekîl, rojnamevan û akademisyen yên di pêvajoya referandûmê de û diyarkirin ku bi girtina hemû kesan nîşandan ku pêvajoya referandûmê wê ne meşrû be.

Di platformê de 5 kes weke rêveber hatin hilbijartin û erk hatin parvekirin û plana xebatan hat diyarkirin