Li Meclîsê komîsyona lêkolînkirina hewldan darbeyê hate avakirin

Têkildarî hewldana darbeyê ya 15’ê Tîrmehê di bin sêwana Meclîsê de ji bo lêkolînkirina darbeyê pêşniyara her çar partiyan a ku Komîsyonek bê avakirin, bi piraniya dengan hate erêkirin.

Pêşniyara her çar partiyan a li Meclîsê ku ji bo lêkolînkirina darbeyê ku Komîyonekî ya Lêkolînê ya Meclîsê bê avakirin, bi piraniya dengan hate erêkirin. Li gel erêkirina pêşniyarê wê komîsyonekî ji 15 kesan bê avakirin û wê ev komîsyon 3 mehan xebatê bidin meşandin. Wê komîsyon sedemên hewldana darbeyê û pirsgirêkan bi hemû aliyan ve lêkolîn bikin.

Ji bo ku êdî li Tirkiyeyê hewldanekî ya darbeyê pêk neyê jî , gavên ku bên avêtin jî wê bên gotûbêjkirin.