Li Manîsayê di saetekê de 2 erdhej

Li Manisayê li pey hev 2 erdhejên ku şideta bi pileya 4.9 pêk hat. Erdhej li 11 bajarên derdor hat hiskirin. Piştî erdheja yekem gelek hejînên din jî çêbûne.

Beriya 2 rojan li Manisayê erdhejek bi pileya 4.2 pêkahtibû, Îro jî 2 erdhejên din ên ku şideta pileya 4.9, di nava saetan de çêbûn.

AFAD'ê eşkere kir ku erdheja yekem li navçeya Selendî ya dikeve rojhilatê bajêr pêkhat û erdeja 2. jî li navçeya Şehzadeler a Manisayê çêbûye.

Pêlên erdhejê ji derveyî Manîsayê, li Îzmîr, Bûrsa, Aydin, Balikesîr, Ûşak, Bîleçîk, Denizli, Çanakkale, Kutahya, Sakarya û Afyonkarahisarê jî hate hîskirin.