BI DÎMEN

Li Ewropayê êrîşên dewleta Tirk tên protestokirin

Kurdistanî û dostên wan li gelek bajarên Ewropayê daketin kolanan û êrîşên qirkirinê yên dewleta Tirk a li gundê Xerabê Bava û gudên derdor protesto kirin.

PARÎS

Li paytext Parîs a Fransayê êrîşê û dorpêça dewleta Tirk a li ser gundên Licê û Nisêbînê hatin protestokirin.

Li ser banga CDK-F’ê, di saet 17:00’an de bi sedan Kurdistanî beşdarî çalakiya ku li pêşiya Navend Civaka Kurd a Demokratîk a Parîsê hate lidarxistin bûn.

Di çalakiyê de dirûşmên “Qatil Diktator Erdogan” hate qîrkirin, belavokên têkildarî êrîşên qirkirinê yên dewleta Tirk a li ser Bakurê Kurdistanê dide kirin hatin belavkirin.

Li Qada Repûblîqûe mîtîngek hate lidarxistin hevberdevkê HDK-Fransa Îbrahîm Seydo Aydogan wiha got: “Di pêvajoay ku ber bi referandûmê ve diçe dewleta Tirk a faşîst zext û êrîşên xwe yên qetilker ên li dijî Bakurê Kurdistan û gelê Kurd zêdetir kiriye. Em Kurdistaniyên li Ewropa dijîn û gelê me yên li çar parçeyên Kurdistanê wê her rojê li kolanan li ser lingan bin, wê li ber xwe bidin û ji diktatoriyê re bêjin ‘NA’.

Çalakî bi dirûşmên “Nisêbîn li ber xwe dide” û “Kurdistan li ber xwe dide” ve bi dawî bû.

KOPENHAG

Êrîş û dopêça dewleta Tirk a li ser gundê Xerabê Bava û gundên derdor û her wiha betalkirina parlemteriya Hevseroka Giştî ya HDP’ê Figen Yuksekdag li paytexta Danîmarka Kopenhagê hate protestokirin.

Çalakiya protestoyê ya ku ji aliyê Federasyona Komeleyên Kurd ên Danîmarkayê (FEYKURD) ve hate organîzekirin û li Qada Nytorv a navenda Kopenhagê hate lidarxistin, partiya Koalîsyon Danîmarkaya Soz-Kesk Kompa Piştgiriyê ya bi Kurdistanê re Enhedslîsten jî destke kirin.

Di axaftinên çalakiyê de hate diyarkirin ku êrîş û qirkirinên li ser Kurdan tê kirin di tevahî dîroka komarê ya 100 salan de dewam kir û di rewşekî ku bêdengiya navneteweyî dewam bike, mixabin wê ev êrîş û qirkirin her bidome.

Di çalakiyê de daxuyaniya hevpar a li ser navê FEYKURD û Kompa Piştgiriyê ya bi Kurdistanê re Enhedslîsten hatibû amadekirin hate xwendin. Bang hate kirin ku piştgirî bidin Platforma NA ya Danîmarkayê.

ROMA

Li paytexta Îtalya Romayê êrîşên qirkirinê yên dewleta Tirk a li ser gundên Nisêbînê hate protestokirin.

Di çalakiyê de hate destnîşan kirin ku divê bi lezgîn dawî li êrîşên qirkirinê yên li gundê Xerabê Bava bên anîn û dirûşmên “Kujer Erdogan, ji Kurdistanê derkeve” û “Gelê Nisêbînê ne bi tenê ye” hatin qîrkirin.

SAARBRÛCKEN

Li bajarê Saarbûcken ê Elmanyayê ji duh ve çalakiya stanta bi armanca şermezarkirina êrîşên faşîst ên dewleta Tirk a mêtînger a li ser gundên Xerabê Bava, Talat û gundên derdor ên Nisêbînê hatibû lidarxistin bi mîtîngekê bi dawî hat.

Mîtînga ku bi deqeyek rêzgirtinê ve destpê kir berdevkê Pêxistina HDK’ê yê Meclîsa Saarland Zulkuf Camkiran axaftin kir.

Hat diyarkirin ku bi van êrîşan hovane yên li ser welatiyên sivîl dewleta Tirk rewşa xwe ya neçar dide nîşandan, her wiha wê di referandûmê de gelê Kurd, şorşeger û demokrat li dijî lihevkirina faşîst a AKP/MHP’ê bêjin ‘NA’.

Berdevkê PYD’ê yê Saarlandê Bavê Zerdeş jî axivî.

Mîtîng bi xwendina belavoka bi zimanê Elmanî ve bi dawî bû.

STATTGART

Li Schlossplatz a Stûttgart bi meş û mîtîngekê, betalkirina parlemeteriya Hevseroka HDP’ê Fîgen Yuksekdag û êrîşên qirkirinê yên dewleta Tirk a mêtînger a li ser gundê Xerabê Bava ya Nisêbînê û gundên derdor hate protestokirin.

Di mîtîngê de daxuyaniya HDK-Ewropa ya bi sernivîsa “ Desthilatdariya AKP-Erdogan nikare vîna gelê Kurd teslîm bigire! Fîgen Yuksekdag rûmeta me ye” hate xwendin.

Daxuyaniya HDK-Ewropa ya bi Elmanî ya bi sernivîsa “ Platforma NA ya Ewropayê, ji bo faşîzmê û diktatoriya yek mêriyê re dibêje NA” hate xwendin.

Di meş û mîtîngê de pankarta ku wêneyên parlementerên HDP’ê yên jin ên girtî li ser, dowîzên ku wêneyên Figen Yuksekdag û Salahattîn Demîrtaş, dowîzên NA, wêneyên êşkenceya li gundê Xerabê Bava û posterên Ocalan hatin bilindkirin, bi dirûşim û bi govendê ve bi dawî bû.

HANNOVER

Kurdıstanî û dostên wan li bajarê Hannover ê Elmanyayê, êrîşên faşîst ên dewleta Tirk a li ser gundê Xerabê Bava û Talatê protestokirin, ji bo şikandina dorpêç û pêşgirtina li qetlîaman çalakiyek lidar xistin.

Çalakiya Kurdistaniyên li Nannover, Peîne, Heldeseî, Salzgîtter, Gîfhon û derdorî wê û dostên wan beşdar bûn li pêşiya HBF’ê destpê kir.

Girseya ku alên YGP/YPJ, TEV-DEM,KHA, CIwanên Azad û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalna hildan, belavok belavkirin û dirûşmên mîna “Şehîd Namirin”, “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok Jiyan Nabe”, “Terorîst Tirkiye”, “Faşîst Erdogan” û “Diktator Erdogan” qîr kirin.

Girseya ku heta pêşiya Sefaretxaneya Tirk meşiyan, piştre vegeriyan cihê xwe û mîtîngek lidar xist.

DEN HAAG

Li bajarê Dan Haag ê Hollandayê di çalakiya hevpar a Navenda Civaka Kurd a Demokratîk û Meclîsa Jinan a Ronahî lidar xist de êrîşên qirkirinê yên li ser gundê Xerabê Bava û gundên derdor hatin protestokirin.