'Li dijî komkujiyên faşîzmê, em têkoşîna şoreşgerî ya yekbûyî li her cihî mezin bikin'

Tevgera Şoreşger a Yekbûyî ya Gelan (TŞYG), şoreşger-demokratên di meha Çileyê de jiyana xwe ji dest dan bibîr anî.

Di daxuyaniya TŞYG de hat ragihandin, meha Çileyê ji bo tevgera demokratîk, şoreşger û komnîst, ji bo bindestnên li Kurdistan, Tirkiye û cîhanê demeke gelekî watedar e.

Komîteya Rêveber a TYŞG'ê ji bo şoreşger û demokratîk di meha Çileyê ya salên cuda de jiyana xwe ji dest dan, daxuyaniyeke nivîskî weşand û bibîr xist, ku di nava vê mehê de lîderê komunîst ê proleterya enternasyonal Lenîn, ji pêşengên şoreşger Rosa Luksembûrg û Karl Lîebnecht, ji damezrînerên TKP'ê Mûstafa Sûphî, Meral Yakar, Alî Haydar Yildiz, Hrant Dînk, Sakîne Cansiz, Leyla Şaylemez, Fîdan Dogan û gelek hevrêyên mîna wan jiyana xwe ji dest dane.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin, çîna serdest a Tirk ku weke dewama dewleta Osmanî ya paşverû derket holê, bi zext û zordariya li bawerî û neteweyên cuda yên li Kurdistan û Tirkiyeyê ava bûye û hat gotin, "şîdet, zext, komkujî û qirkirina li gel û baweriyên bindest, taybetmendiya dewleta Tirk a faşîst a teparêz e."

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Yek ji neteweyên hatiye înkarkirin û komkukjî lê hatiye ferzkirin, Kurd in. Kuştina Sakîne Cansiz û du hevrêyên wê nîşan dide, ku dewleta Tirk a faşîst heman zîhniyeta xwe di roja îro de jî didomîne. Û bi sed hezaran kes îro bi dirûşma 'Em hemû Kurd in' li ser piyan e û têdikoşin."

Komîteya Rêveber a TŞYG'ê da xuyakirin, ku li pişt her mirin û komkujiyê, tevî sedemên xwe yên dîrokî, sedemên îdeolojîk û polîtîk ên armancên faşîst ên qirêj ên komploker jî hene û wiha dewam kir: "Bi vî rengî tê xwestin siberoja jiyana azad a bi dehan mîlyon mirovên bindest, bê tarîkirin. Niha çêtir tê dîtin, ku çînên serdest ên mêtînger û desthilatdarên faşîst xwe ji xwînê xwedî dikin, dîktatoriyên xwe li ser komkujiyan ava dikin. Lê belê dîrokê ti carî nedîtiye, ku zext û komkujiyan daxwaza rizgarî û azadiyê ya gelan tevaniye û bi temamî ji holê rakiriye."

Di dawiya daxuyaniyê de bang hat kirin, ku têkoşîna avakirina sîstema şoreşger û demokratîk li her qadê bê meşandin û hat gotin, "Li dijî hemû şêweyên manîpulasyona faşîzmê, em şerê xwe yê şoreşgerî yê yekbûyî xurt bikin û jiyanê azad bikin.

Em soz didin hemû canên xwe yên di oxira azadî û rizgariyê de canê xwe feda kirine; şerê me yê şoreşgerî yê yekbûyî wê bi ser bikeve."