Li Cinêvê jî starta kampanya 'NA' hate destpê kirin

Li bajarê Siwîsre Lozanê kongreya HDK'ê hat lidarxistin. Li bajarên Bern û Cinêvê jî starta kampanya 'NA' ya referandûmê hate despêkirin.

HDK'ê îro li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Lozanê (NCDK) kongreya xwe lidarxist û meclîsên xwe û hevberdevkên meclîsan hilbijart.

Hevberdekê HDK'ê yê Siwîsre Hakan Gurgen jî tevlî kongreyê bû û eleqeyek mezin ji bo kongreyê hat nîşandan. Kongre bi deqeyek rêzgirtina ji bo bîranîna şehîdên şoreşê destpê kir û piştre hilbijartina dîwanê û mijarên rojevê hatin diyarkirin.

Piştî nirxandinên li ser rojevê komîsyonên Meclîsan hatin avakirin. Piştî avakirina komîsyonan hilbijartina Hevberdevkan hat kirin. Di hilbijartinê de Hatîce Kandal û Hûseyîn Torûn weke Hevberdek hatin hilbijartin.

LI CINÊV Û BERNÊ STARTA KAMPANYAYA ‘NA’ HATE DESTPÊKIRIN

Hevparên HDK’ê yên ku îro li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk (NCKD) li hev civiyan, bi beş beşdariya rêxistin û saziyên di nava kampanyaya ‘NA’ de cih digirin, starta Kampanyaya NA a ku wê di referandûma 16’ê Nîsanê de bê kirin dan.

Hevparên di civînê de biryara ku wê heta 13’ê Nîsanê li Cinêvê ji bo ‘NA’ bikvin nava seferberiyê, ji bo sindoqên ku wê li Sefaretxaneya Cinêvê bê danîn li ser navê HDK’ê 2 erkdar hatin hilbijartin.

Li Bernê jî ji bo kampanyaya NA civînekî berfireh hate lidarxistin. Li ser banga HDK’ê ya Bernê îro bi beşdariya saziyên komeleyan a li Kûtushê starta kampanyaya ‘NA’ hate destpê kirin.

Di civînê de komîsyonên xebatê hatin hilbijartin.