Kurkçu: Xwerêveberî heqîqetek e

Hevberdevkê HDK'ê û Parlamenterê HDP'ê Kurkçu destnîşan kir ku xwerêveberiyên li Kurdistanê ji ber pêwîstiya bi xweparastinê derketine holê û got, "Xwerêveberî heqîqetek e."

Hevberdevkê HDK'ê û Parlamenterê HDP'ê Kurkçu destnîşan kir ku xwerêveberiyên li Kurdistanê ji ber pêwîstiya bi xweparastinê derketine holê û got, "Xwerêveberî heqîqetek e." 

Xwerêveberiyên li bajarên Kurdan hatine ragihandin tên çi wateyê? Ji bo bajarên Rojava xwerêveberî niha pêkane? Hevberdevkê Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) û Parlamenterê HDP'ê Ertûgrûl Kurkçu bersiva van pirsan da ANF'ê.

Li bajarên Kurdan xwerêveberî tên îlankirin. Hin mirovan ji vê re gotin 'xweseriya demokratîk'. Hûn îlanên xwerêveberiyê çawa dinirxînin?

Li Kurdistanê xwerêveberî piştî xweparastinê derket holê. Ev yek rêxistinbûyîneke ji ber pêwîstiya gel a bi xweparastinê derketiye holê. Rêxistinbûyîneke ji aliyê rewşa awarte ve hatiye afirandin e. Xwerêveberî, weke mekanîzmaya îdarî ya topyekûn a bajarekî, weke beyana vîna gel a xwe rêvebirinê dikare bê fêmkirin. Dibe ku niha weke heqîqeteke siyasî nebe, lê belê mirov dikarin ji vê re bêjin, rêxistinbûyînên ji ber pêwîstiya xweparastinê derketiye holê.

Hûn ji aliyê giştî ve xwerêveberiyê çawa pênase dikin?

Rêxistinbûyîneke ku di navenda wê de şaredarî heye, lê belê xwedî gelek fonksiyonên rêveberiya navendî ye. Li gorî mezinahiya bajar û bajarok budçeyê, hebûneyên madî û xwezayî bi rêve dibe û ji bo aramî û ewlekariya tevdigere. Lê belê divê neyê ji bîrkirin; ev rêxistinbûyîna li Kurdistanê derketiye holê, ne di pêvajoyeke aştiyê de, di nava rastiya tund a şer de derketiye holê ye.

XWERÊVEBERÎ DI REWŞEKE AWARTE DE DERKET HOLÊ

Bi vî rengî xwerêveberî pêkane?

Eger hûn bi pêwîstiyeke xweparastinê re rû bi rû bin, bi dewleta ji ewlekarî û aramiya we berpirsyar e û gelê herêmê re hûn hatibin pêşberî hev, eger dewlet bi rêya şîdetê zextê li we dike, li hemberî vê yekê eger hûn hewl didin bi mekanîzmaya xwerêveberiyê pêwîstiyên xwe yên jiyanî tedarik bikin, hingî xwerêveberiya bi dest dikeve, dibe xwedî fonksiyona xweparastinê. Pêwîstiya xweparastinê niha derket holê. Di nava rewşeke awarte de derket holê. Ji ber vê yekê bi rêbazên konvansiyonel nekarîbû bihata çareserkirin.

Dikare bi vî rengî dewam bike?

Na. Piştî ku şert û mercên awarte guherîn û vîna gel bi fîzyonomiya xwe derket holê, pêwîstiya rêveberî û kontrolê ya gel li jiyana rojane, qadên paqijî, plansaziya bajêr, hiqûq û perwerdeyê, wê ji nû ve di nava mercên xwe yên xweser de bi cih bibe. Rewşa ji derfetên kêm a niha, divê asoyê me teng neke. Lê belê divê em vê yekê niha jî anormal nebînin. Divê em weke heqîqetekê bibînin, ku nebêjin 'Ev ji ku derket' û biavêjin aliyekî. Ev niha di rewşeke embriyon de ye, dikare bêhtir li ber xwe bide û bi pêş bikeve.

LI ASOYÊ HDK'Ê MECLÎSÊN GEL HER TIM HEBÛN

Ev yek li bajarên rojava dikare bi çi rengî bikeve meriyetê?

Di vir de anakronîzmek heye. Herikîna demê li vê derê paralelî hev nîne. Li rojavayê Tirkiyeyê pêwîstiya xwerêveberiyê ya ji ber xweparastinê, mîna ya li Kurdistanê ewçend derneketiye pêş. Ji ber ku pêwîstî cuda ye, pêkanîn jî cuda dibe. Li asoyê HDK'ê her tim meclîsen gel, perspektîfa pêşveçûnê ya bi meclîsên bersivê didin pêwîstiyên gel, heye. Lê belê di rewşa heyî de, meclîseke kar dike ku mirov dikare behsa wê bike, nîne. Sedemeke hêsan a vê yekê heye. Pêvajoya hebûnê ya HDK'ê, li ser afirandina HDP'ê meşiya. Dema destpêkê, dema afirandina HDP'ê bû. Piştî wê ji bihara 2014'an û pê ve li dû hev çar hilbijartin hat kirin û ji ber vê yekê hemû potansiyela HDK'ê hat bikaranîn û ji nava wê HDP derket. HDK'ê ne tenê HDP afirand, di heman demê de bi pêş xist. Lê belê hînê jî pêwîstiya HDK'ê bi pêşveçûna li ser bingeha van meclîsan heye. Rêveçûna HDP'ê bixwaze nexwaze bi pêwîstiyên parlamenteriyê diyar dibe. Lê belê pêwîstiyên têkoşîna civakî ya gel, li derveyî parlamentê jî heye, didome...Hewldana esasî a HDK'ê ya niha, kûrkirin û civakîkirina tevgera aştiyê ye. Gelek meclîsên HDK'ê hene. Lê belê ev bi giranî weke meclîsên pisporî yên ekolojîk, tenduristî, ked, bawerî û gelan dixebitin. HDK rê li ber damezrandina Konferansa Aştî û Demokrasiyê û Bloka Aştiyê vekir. Lê belê ev ne xebatên xwerêveberiyê ne. Lewma rojava paralelî Kurdistanê nameşe. Bi dîtina min ev meşa bi hev re, li ser daxwaz û sîparîşê nabe.

Li gorî we ne amade ye? Vê yekê ne tenê ji aliyê HDK'ê ve dipirsim, di warê pêşveçûna tevgera civakî ve jî dipirsim.

Helwesteke bi vî rengî ya gel nîne. Li Kurdistanê gel xwe diparêze. Bi pêwîstiyên parastinê, xwerêveberiyek derdikeve holê. Li rojava di vê astê de êrîşeke li hemberî gel nîne, lewma pêwîstî bi parastineke di vê astê de nîne.

Lê ji bo pêngava xwerêveberiyê ya li Kurdistanê, bi pêngaveke weke ya Geziyê piştgirî nehatiye nîşandan. Serhildanên weke Gezî gelek caran dernakevin pêşiya me. Ev, 10 salan, 20 salan, 30 salan carekê rû didin. Tevî daxwaza me jî dibe ku di demeke kurt de dînamîzma Gezî rû nede. Lê belê dibe ku derkeve holê jî. Dema Gezî derneket holê ji me nepirsî, li gorî plana me rû neda. Madeya sotebar a berhev bûbû, wê rojê şewitî. Em nizanin bê îro wê çi biqewime.