Kevneşopiya ku di şertên giran de xwe diafirîne: Çapemeniya Kurd

Di ser yekem rojnameya Kurd re 119 sal derbas bûn. Ji roja ku rojnameya bi navê Kurdistanê sala 22’yê Nîsana 1898’an çap bûyî heta niha kevneşopiya çapemeniya Kurd tim di şertên giran de xebatên xwe domandin.

Ev ji sed salekê zêdetir e ku medyaya Kurd di şertên taybet de, karekterê xwe, nasnameya xwe çêdike. Ev şertên taybet jî hewce dike ku medyaya Kurd di kategoroyia taybet de were lêkolan. Bi pênaseyeke klasîk a çapemeniyê, bi rengekî klasîk şîrovekirina medyaya Kurd, ji bo fêhmkirina wê ne bes be. Berevajî, wê bibe sedem ku em encamên şaş derxînin.

Weşana rojnameya pêşî ji Kurdistanê dûr, ji hêla kurê Bedîrxan Beg Mîkdad Mîdhat Bedirxan ve ya li Kahîreyê jî vê vedibêje. Metbeaya pêşî ya Kurd bi navê ‘’Metbeaya Rojnameya Kurdistanê ku rojnameya Kurdistanê derdixin jî li mişextiyê hate avakirin. Lê sala 1908’an yekem metbeaya Kurdî ya dema Osmaî li Stenbolê hate avakirin.

Medyaya Kurd, rasterast têkildarî dagirkerî û mêtingeriya li Kurdistanê heta roja me ya îro hat. Li hemû parçeyên Kurdistanê jî em dikarin vê rewşê bibînin. Dabeşbûna cografyaya Kurdistanê, li her parçeyî avabûna her rejîmê ya serweriya xwe, rastrast bandorê li karekterê medyaya Kurd dike. Ji vê rewşa têkelî hev bûyî, pêkan e ku mirov bibêje ên ku medyaya Kurd dişopînin ronkahiyekê jî didine ser rewşa ku Kurd tê de ne. Du parçeyên ku medyaya Kurd herî pir lê geş bûne, Bakur û Başûrê Kurdistanê bi girigiya xwe derdikevin pêş. Li Rojhilatê Kurdistanê kontrola rejîma Îranê ya li ser medyaya Kurd, li pêş pirrengî û azadiya çapemeniyê bûye astengiya herî mezin. Li Rojava çapemeniya Kurd bi taybetî piştî raperîn û şerê navxweyî yê Sûriyê, 2011’an dest pê dike. Bi şoreşa Rojava jî pir bû û dewlemend bû.

PARÇEYEK JI MÎLÎTANIYA KURD

Li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê kevneşopiya çapemeniya Kurd, bi taybetî bi salên 1990’î re pirhêlî bû û zêde bû. Lê di nav şertên pir giran de nûçegihaniya Kurd xwe çêkir û bihêz kir. Şertên ku medyaya Kurd jê derketî, kir ku rojname û nûçegihan bibin ‘’mîlîtan’’ Ji bo vê jî rewşeke fêhmbar e ku çapemeniya Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê weke ‘’parçeyek ji milîtaniya Kurd’’ were dîtin. Atmosfereke siyasî ya têkel û taybet kir ku çapemeniya Kurd bibe xwedî karekterekî resen. Ku mirov Kurdan ku Rojava weke ‘’civaka herî mezin a bê dewlet’ pênase dike û çapemeniya wê di nav vê çarçoweyê de binirxîne, mirov dikare bigihije encamên rasttir. Li gorî deontolojiya nûçegihaniya dewletên Rojavayî, divê nûçegihan notr bin û bûyeran wiha veguhezin. Bi vegotineke dî divê nûçegihanî raya giştî agahdar bike, ji bo sûda civakê tevbigere û ramanên cihê biterisîne. Ev pênaseya giştî, ji bo medyaya Kurd û ji bo xebatkarên çapemeniyê ku li herêmên şer lê heyî dixebitin, nêzîkatiyeke pir sere sere ye.

Her çendî hin saziyên çapemeniya sereke weke jênebawer bibînin jî medyaya Kurd ji bo fêhmkirina kêşeya mêtingeriya li Kurdistanê daneyên herî rast didin. Medyaya Kurd ji bo fêhmkirina taybetmendiyên civaka mêtî û analîza wê dikare weke qadeke girîng a xebatê were dîtin. Jixwe li gelek zanîngehên Ewropa li ser çapemeniya Kurd gelek tez hatin dayin. Di nav van de xwendekarên zanîngeha navdar a Sorbonna a Fransayê jî hene.

MEDYAYA ÇAPEMENIYA KURD ÇAWA BÛ QADA BERXWEDANÊ?

Weke dîroka Bakurê Kurdistanê çapemeniya wê jî xwedî karekterekî cuda ye. Di salên 1990’î de ku têkoşîna gerîla pir berbelav bû û xurt bû, çapemeniya Kurd jî bi awayekî çalak tevlî nav jiyana civakî û siyasî bû. Rojnameya Kurdî ya bi navê ‘Welat’’ ku 22’yê Nîsana 1992’yê weşiyayî îro bi navê Azadiya Welat hebûna xwe didomîne. Salên 1990’î û 1992’yan rojnameyên Yenî Ulke û Ozgur Ulke hatin weşandin. Ozgur Gundem jî ku salên 1990-1992’an dest bi weşana xwe kirî, bû yek ji kevirê girîng ê dîroka medyaya Kurd. Ji ber sedema şertên resen ên ku mêtingerî û dagirkeriyê li Kurdistanê ava kirî û ji ber karekterê sereke yê medyaya wê, rojname û weşanên ku têkoşîna azadiya Kurd pêşengiya wê dikin jî weke çapemeniya Kurd tê nirxandin. Yekem rojnameya rojane Ozgur Gundem di şertên pir giran de xebitî. 8 nûçegihan, nivîskarek û 19 belavkerê vê rojnameyê hatin înfazkirin. Ji 580 hijmarên wê li ser 486’an doz hate vekirin û li ser nûçegihanên wê 147 sal ceza hatin dayin. 1994’an, şeva 2-3’yê Kanûnê bi ser bûroyên Enqerê û Stenbolê yên Ozgur Gundemê de êrîşên bombeyî pêk hatin.

MED TV KU DI NAV KURDAN DE GIRÊDAN DANÎ, XWEYÎTÎ BIHÊZ KIR

Bi peykê yekem televizyona Kurd Med TV, 15’ê Gulana 1995’an dest bi weşana xwe kir. Ev televizyona dibe destpêka serboriya medyaya dîtbar a Kurdî. Lê beriya her tiştî di nav Kurdan de ku bi sînoran hatine dabeşkirin girêdaneke çêdike. Bi weşanên xwe yên bi zimanê Kurdî, Tirkî, Asûrî, Erebî di pêkhatine têkiliyên di navbera gelan de jî ristekî girîng dilîze. Med Tv hîsa xweyîtiyê bihêz kir, ku em bi vegotineke klasîk bibêjin, ‘’bû yekem û girîngtirîn qenala televizyonê ya civaka bê dewlet û çewisandî’’ Med Tv ji bo Başûrê Kurdistanê jî bû kana ku jê bestê werbigirin. Partiya Barzanî PDK Kurdistan TV vekir. Ji 2006’an û wê ve li Rojhilatê Kurdistanê jî nêzî partiyên siyasî Rojhilat TV, Komala TV û Tîsh Tv dest bi weşana xwe kirin.

MEDYAYA KURD A KU JI HÊLA HIJMARÎ Û QELÎTEYÊ VE MEZIN DIBE

Li eniya Rojava piştî Med Tv  bi çend mehan, 5’ê Îlona 1995’an rojnameya Ozgur Polîtîka jî di qada nivîskî de tevlî vê kevneşopiyê bû. Ozgur Polîtîka diyar dike ku ew mîrateya rojnameya Berxwedana a ku Nîsana 1983’an derketî dewr digirin. Kevneşopiya Med Nûçeyê îro Stêrk TV, Newroz TV, Ronahî Tv û Channel News didomînin. Ozgur Polîtîka jî şûna xwe ji Yenî Ozgur Polîtîka re hişt.

Medyaya Kurd mohra xwe li gelek nûbûnan jî da. Di nav van de a ku pir balê dikişîne JINHA ye. JINHA 8’ê Adara 2012’an xwe weke yekem ajansa jin a dinyayê ragihand.

ŞAHIDÊ 40 SALÎ: SERXWEBÛN

Ji bo têkoşîna azadiya Kurdistanê kovara Serxwebûnê xwedî cihekî pir taybet e. Temenê wê û PKK’ê bi qasî hev e. Her çendî hijmara wê ya pêşî Çileya 1982’an derdikeve jî, rêveberên rêxistinê  qonaxa pêkhatina dîrokê ya vê kovarê ji 1978’an didin destpêkirin. Serxwebûn xwedî çîrokeke dirêj, dijwar û balkêş e. Serxwebûn şahidê rêyeke dirêj a 40 salî û hilgirê wê ye. Bîra Şoreşa Kurdistanê ku bandorê li hemû Kurdistanê dike temsîl dike. Ji bo vê jî bi xebateke berfireh divê were nirxandin. Ji ber ku kevneşopiya çapemeniya azad di nav wê têkoşînê de ku Serxwebûn afirandiye, derketiye holê bi teşe bûye. Bi vegotineke dî Serxwebûn ji kevneşopiya çapemeniya azad re bûye dergûş.