Ji bo Xerabê Bava wê li Elmanyayê çalakî bên lidarxistin
NAV-DEM: Ji bo li Xerabê Bava careke din komkujî neyê kirin, em bang li gelê xwe û raya giştî ya demokratîk dikin, ku bikevin nava liv û tevgerê.
NAV-DEM: Ji bo li Xerabê Bava careke din komkujî neyê kirin, em bang li gelê xwe û raya giştî ya demokratîk dikin, ku bikevin nava liv û tevgerê.
NAV-DEM'ê daxuyaniyeke nivîskî weşand û banga rabûna li ber êrîşên dewleta Tirk kir.
Di daxuyaniya NAV-DEM'ê de hat gotin, "Weke NAV-DEM û YJK-E, li dijî polîtîkaya hilweşandin, şewitandin û komkujiyê ya dewleta Tirk, ku li Kurdistanê dimeşîne, em banga berxwedanê dikin. Ji bo li Xerabê Bava careke din komkujî neyê kirin, em bang li gelê xwe û raya giştî ya demokratîk dikin, ku bikevin nava liv û tevgerê.
Em li ber êrîşên dewleta Tirk ên li dijî Kurdan, rabin. Em bang li hemû hêzên demokrasiyê û aştîxwaz û saziyên navneteweyî dikin, ku îdîayên li ser gundê Xerabê Bava tên kirin, lêkolîn bikin. Li dijî plana komkujiyê ya dewleta Tirk û AKP'ê, li dijî pêkanînên faşîzan bikevin nava tevgerê û zextê bikin.
Weke NAV-DEM û YJK-E, em bang li gelê xwe û rêveberên xwe dikin, ku ji bo dengê xwe bidin bihîstin li her cihê lê ne bi rengekî lezgîn çalakiyan lidar bixin. Em bang li şoreşger, demokrat, sosyalîst, hêzên paşverû, Sûnî, Elewî, Êzidî, Asûrî-Suryanî, Ermenî û hemû nasnameyên cuda yên bawerî û etnîkî dikin, ku bi rengekî xurt tevlî meş û mîtîngên li van herêman bên lidarxistin, bibin."
Li gorî daxuyaniyê, dem û cihê çalakiyan bi vî rengî ye:
21'Ê SIBATÊ
Berlîn
Cih: Brandenburger Tor
Saet: 17.00
Frîedrîchshafen
Cih: Wilhelmplatz
Saet: 16:00
Nurnberg
Cih: Hauptbahnhof
Saet: 18.00
Gîessen
Cih: Kirchplatz
Saet: 15.00
22'Ê SIBATÊ
Heîlbronn
Cih: Kilianplatz
Saet: 17.30
Dortmûnd
Cih: Pişt HBF
Saet: 17.00
Bîelefeld
Cih: Jahns Platz
Saet: 17.00
Hagen
Cih: HBF Vorplatz
Saet:17.00
Dûîsbûrg
Cih: HBF Vorplatz
Saet:17.00
Mannheîm
Cih: Pêşiya Hauptbahnhof
Saet: 17.00
23'Ê SIBATÊ
Essen
Cih: Pêşiya Hauptbahnhof
Saet: 17:00