HDP: Li Xerabê Bava çi diqewime?

Desteya Rêveberiya Navendî ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) îro daxuyaniyeke nivîskî weşand û pirsa 'Li Xerabê Bava çi diqewime?' kir. HDP'ê tirs û fikarên xwe anî ziman.

Ev 9 roj in agahî ji gundê Xerabê Bava yê navçeya Nisêbîn a Mêrdînê nayê girtin. Piştî ku derketina derve hat qedexekirin, xetên elektrîkê û telefonê yên gund hatin birîn. Bi vê yekê re ti agahî ji mirovên li vî gundî nayê girtin. Desteya Rêveberiya Navendî ya HDP'ê tirs û fikarên xwe yên li ser vê rewşê anî ziman.

Di daxuayniyê de hat gotin, 'Wêne û dîmenên di bin navê 'dîmenên ji aliyê leşkeran ve hatine kişandin' di medya civakê de hatin weşandin, nîşan didin ku rewşeke tirsnak heye. Tê gotin, telefonên gundiyan ji wan hatine standin, hemû li malekê hatine civandin; bi rengekî komî îşkence û zext li gundiyan tê kirin û hin ji wan jî bi îşkenceyê hatine kuştin.

Heyetek ji wekîlên me duh xwestin biçin gund, lê destûr ji wan re nehat dayîn. Pêşîgirtina li heyeta me, van îdîayên tên kirin, xurtir dike. Wekîlên me hewl dan bi Wezareta Karên Hundir û Walîtiyê re baxivin, lê bê bersiv hatin hiştin. Wekîlên me di vê kêliyê de jî li herêmê ne û tevî hemû hewldanan bersiveke erênî negirtine."

Di daxuyaniya HDP'ê de hat ragihandin, ku li gorî îdîayên tên kirin, fikar heye ku li herêmê rewşeke nû ya li derveyî mirovahiyê qewimiye û hat gotin, "Tiştên ku me di salên 90'î de dît û yên di nava 2 salên dawî de bi serê me ve hatin, tirs û fikarên me yên di vî warî de zêde dikin.

Em bang li hemû hezên demokarasî û aştiyê, sazî û dezgehên navneteweyî dikin ku îdîayên li ser bûyerên li gundê Xerabê Bava diqewimin, lêkolîn bikin. Li dijî van hewldanên zext û qirkirinê bêdeng nemînin."