HDP'ê ji bo Xerabê Bava bang li saziyên navneteweyî kir

HDP'ê ji bo gundê Xerabê Bava, ku 10 roj in agahî jê nayê girtin û di asteke xeternake de mafên mirovan lê tên binpêkirin, banga lezgîn li saziyên navneteweyî kir.

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), ji bo gundê Xerabê Bava yê navçeya Nisêbîn a Mêrdînê, ku êrîş û dorpêçiya li ser dewam dike, banga lezgîn li saziyên navneteweyî kir.

Banga lezgîn li ser navê Desteya Rêveberiya Navendî ya HDP'ê hat kirin û bal hat kişandin îdîayên li ser bûyerên li Xerabê Bava diqewimin. Di bangawaziyê de hat destnîşankirin, ku astengkirina çûyîna heyeta partiyê ji bo gund, van îdîayan piştrast dike.

HDP'ê banga lezgîn li Serokatiya Parlamenta Ewropayê, Serokên Komên li Parlamenta Ewropayê, Serketeriya Giştî ya Konseya Ewropayê, Serokatiya Meclîsa Parlamenteran a Konseya Ewropayê, Serokên Komên li Meclîsa Parlamenteran a Konseya Ewropayê, Nûnertiya Bilind a Yekîtiya Ewropayê, Komîseriya Mafên Mirovan a Konseya Ewropayê, Tevna Piştgiriyê ya Latîn Amerîka, Komîseriya Bilind a Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî, Yekîtiya Navbera Parlamentan (IPU) û gelek sefaretxaneyan kir.