Girtiyê nexweş Îsmaîl Tuzun ev 10 roj in di hucreyê de ye

Girtiyê li Girtîgeha Girtî ya Ewlekariya Bilind a Kirşehîrê Îsmaîl Yuzun tevî nexweşiyên xwe yên giran, 10 roj in di hucreyê de tê ragirtin.

GIRTIYÊ BI NEXWEŞIYA GIRAN

Girtiyê nexweş Îsmaîl Tuzun ê 20 sal in girtî ye, di 8’ê adarê de ji Girtîgeha Tîpa F ya Kurkçuler a Edeneyê sirgunî Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Kirşehîrê hate kirin û pêkanînên “lêgerîna tazî” û “lêgerîna dev” lê hatin ferzkirin. Tuzun ê ev pêkanîn qebûl nekirin ji hêla gardiyanan ve hate derbkirin û ew xistin hucreya yekkesî. Tuzun tevî nexweşiyên xwe yên giran ev 10 roj in di hucreyê de tê ragirtin. Tuzun ê di lîsteya “girtiyên nexweş” a Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) de cih digire, rewşa xwe bi malbata xwe re parve kir.

Malbata Tuzun ê nexweşiyên wî yên weke fitiqa stû û piştê, şekirê, hilberîna tumora mîde û ruviyan hene, banga hestiyariyê li raya giştî kir.