Girtina Zarok TV û çapemeniya azad li Norwêcê hate şermezarkirin
Kurdistaniyên li paytexta Norwec Osloyê li hev civiyan, ku piraniya wan zarok bûn, girtina qenalên medyayê yên mûxalîf û azad, şermezar kirin.
Kurdistaniyên li paytexta Norwec Osloyê li hev civiyan, ku piraniya wan zarok bûn, girtina qenalên medyayê yên mûxalîf û azad, şermezar kirin.
Girseya gel li ber mezintirîn qenala televîzyonê ya Norwêcê TV2 li hev civiya û belavokên bi zimanê Norwêcî li mirovên li derdorê belav kir.
Di van belavokan de bal hat kişandin ser zextên hikûmeta AKP'ê yên li ser medya Kurd û saziyên çapemeniyê yên mûxalîf. Her wiha hat ragihandin, ku qenalên zarokan ên weke Zarok TV jî ji aliyê hikûmeta AKP'ê ve hatine girtin.