Gel li Qada Esenyûrtê li hev kom dibe

Ji bo şermezarkirina girtina Şaredarê Esenyûrtê Ahmet Ozer û tayînkirina qeyûm a li ser şaredariyê, girseya gel li Qada Esenyûrtê li hev kom dibe. Lîderê CHP'ê Ozgur Ozel got, "Darbe li îradeya Esenyûrtê hate kirin."

Di hilbijartinên rêveberiyên herêmî yên 31’ê Adarê de Ahmet Ozer weke namzetê Lihevkirina Bajar bûbû Şaredarê Esenyurt a Stenbolê. Ozer, hate girtin û li şûna wî qeyûm hate tayînkirin. Girtina Ozer û tayînkirina qeyûm dê li Qada Esenyurtê bê protestokirin. DEM Partî û CHP’ê ji bo protestoyê bang kirin û li ser vê bangawaziyê gel hêdî hêdî li qadê kom dibe.

Wê mitîng li pêşiya Şaredariya Esenyurtê bihata lidarxisti lê ji ber ku hatiye dorpêçkirin, mitîng veguhestin qadê.

Di saetên destpêkê de destûr nehate dayin ku otobûsa wê Serokê Giştî yê CHP’ê Ozgur Ozel jî li ser biaxiviya. Piştî bertekên welatiyan rageşî derket û  piştre destûr hate dayin.

Parlamenterên CHP’ê li qadê ne û welatî bi dirûşma “Heq, hiqûq, edalet” diherikin qadê.

Beriya civîna Desteya Rêveberiya Navendî ya li avahiya navçeya Esenyûrtê lîderê CHP'ê Ozgur Ozel axivî û diyar kir ku girtina şaredar û tayînkirina qeyûm li şûna wî tê wateya darbeyê.