Tabûra Nemiran peyama îsal jî da

Ya ku TÛSAŞ kir hedefa şehîd Rojger û Asya sûcên wê yên qirkirinê ye ku li dijî gelê Kurd dike. Li vê avahiyê her sal amûrên hewayî têne çêkirin ku dewleta Tirk wan li dijî gerîlayên Kurdistanê bi kar tîne.

ÇALAKIYA TÛSAŞÊ

Sara Tolhildan, Rûken Zelal 26'ê Îlona 2022'an li hemberî navenda polîsan a li navçeya Mezîtlî ya Mersînê çalakî kirin. Rojhat Zîlan, Erdal Şahîn 1'ê Cotmeha 2023'an li paytexta Tirkiye Enqereyê li hemberî Wezareta Karên Hundir çalakî kirin. Bawerim ev nav, dîrok û navnîşan tê bîra we hemûyan. Lê diyar e ku dewleta Tirk a faşîst ev çalakiyên dîrokî û peyamên wan fêhm nekiriye, êşa derba ku xwar ji bîr kiriye. Lewma bi heman armancê bi ruhê Sara û Rojhatan, Roger Hêlîn û Asya Alî 23'ê Cotmeha 2024'an li paytexta Tirkiye Enqereyê li hemberî navenda hilberîna çekan a TÛSAŞ'ê çalakiyeke dîrokî kirin. Ev yek di heman demê de peyama sala 2024'an a Tabûra Nemiran bû. Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê zêdeyî nîv sed sal e li hemberî êrîşên dewleta Tirk têdikoşe û şerekî bêhempa dimeşîne. Bi berxwedana xwe nîşanî dagirkeran da ku wê zilm, înkar û bêedaletiya li gelê Kurd tê kirin ti carî qebûl neke.

Piştî ku Rêber Apo dîl hate girtin, gerîla û gelê Kurdistanê têkoşîna xwe hîn mezin kir. Vê carê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêbertî li ser xeta şehîd Zîlan saziyên taybet hatin avakirin. Tabûra Nemiran jî yek ji van saziyan e. Fedaiyên Tabûra Nemiran di serî de azadiya Rêber Apo ji bo azadiya gelê Kurd û Kurdistanê amade ne ku her wezîfeyê pêk bînin. Bi kurtasî xwedî nêrîneke felsefîk û zanistî ne, hêzeke îdeolojîk û profesyonel in, di qada siyasî û leşkerî de pispor in. Çalakiyên ku dikin ew çalakiyên sembolîk in ku xwedî armancên stratejîk û peyaman e. Çalakgerên fedaî ji bo hêzên gerîla hemûyan xeteke nû ava dikin. Ruhê fedaî yê Apoyî nîşan didin, zorê didin dagirkeran û destê demokrasî û wekheviyê xurt dikin. Ji ber vê yekê jî jê re Tabûra Nemiran tê gotin, ji ber ku ew ti carî namirin, timî dijîn û didin jiyîn.

FEDAÎ KÎJAN PEYAMÊ DIDIN DEWLETA TIRK

Rojger û Asya bi çekên xwe ketin nava avahiya TÛSAŞ'ê û bi dehan leşkerên Tirk kuştin. Fedaiyan bi pisporî û xwînsariya xwe dewlet û siyasetmedarên Tirk matmayî hiştin. Bi îradeyeke ji pola, bi hêza kûr a plankirinê, bi serweriya li ser her detayên qada girîng û hesas, bi biryardarî û wêrekiya ku li ekranan mîna fîlmekî hate nîşandan û bi têkbirina saziyên îstîxbaratê tevgeriyan. Gelo ev hemû wê têrê bike ku dewleta Tirk vê peyamê werbigire? Eger dewleta Tirk tecrîda li ser Rêber Apo bi dawî neke, destên xwe yên qirêj ji ser xaka Kurdistanê venekişîne, nasname û hebûna gelê Kurd nas neke, êrîşên hovane dewam bike wê bide hedefa fedaiyên Tabûra Nemiran. Piştî çalakiya li TÛSAŞ'ê Wezîrê Karên Hundir hat cihê bûyerê, dest li rewşê werda, qedexeya weşanê danî, ambûlans hatin veşartin, hejmara kuştiyan ji 30-50 daxistin 5 kesan, hejmara birîndaran ji 100'î daxistin 20 kesan ku ev yek nîşaneya panîk û tirsa wan a mezin e.

Her wiha êrîşên 4 rojên dawî yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li ser xelkê sivîl tê kirin nîşaneya heman bêçaretî û tirsê ye. Dema bê em ê bibînin bê peyama fedaiyan çiqasî fêhm kirine. Heval Asya û Rojger xwedî wê huner û pisporiyê ne ku sîstema elwekariyê ya dewletekê karin têk bibin. Ji aliyê taktîkî ve jî dema bê şîrovekirin wê were dîtin ku bi rengekî afirîner, dîsîplîneke bêhempa û bi xurtî xwe bi rêxistin kirine. Ji aliyê manewî ve dema bê nirxandin wê bê dîtin ku xwedî ruhekî azad in, weke şervanên PKK'yî pîvanên hevrêtiyê yên Rêber Apo di kesayetiya xwe de ava kirine. Ji liv û tevgear wan a çalakiyê jî tê fêhmkirin ku 2 hevrê ne ku di her gavê de di nava ahengiyê de tevgeriyan û şer kirin. Ji bo xwe bigihînin Enqereyê ji gelek bajarên Tirkiyeyê derbas dibin û li Enqereyê jî dikarîbûn gelek qadan ji xwe re bikin hedef.

Bêguman hedefên ku jiyana sivîlan bixe metirsiyê di nava pîvanên PKK'ê de nîne. Hedefa PKK'ê leşker û sûcdarên komkujiyên li hemberî Kurdan e. Ya ku TÛSAŞ kir hedefa şehîd Rojger û Asya sûcên wê yên qirkirinê ne ku li dijî gelê Kurd dike. Li vê avahiyê her sal amûrên hewayî têne çêkirin ku dewleta Tirk wan li dijî gerîlayên Kurdistanê bi kar tîne. Makîneyên ku bi hezaran ciwanên Kurd li Kurdistanê qetil dikin li TÛSAŞ'ê têne avakirin. Lewma tîmeke gerîla ya bi ruhê demê ji bo parastina xaka xwe, ji bo hilanîna tola gel û bi hezaran ciwanên hatin qetilkirin, ji xwe re kirin hedefeke rewa. Pênaseya herî rast a vê çalakiya dîrokî bi vî rengî ye.