BI DÎMEN

Li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker soza berxwedanê

Xelkê Dêrikê soza xwe dubare kir ku li dijî êrîşên artêşa Tirk a dagirker xaka xwe biparêze û berxwedanê xurt bike.

ÊRÎŞÊN DAGIRKERIYÊ

Artêşa Tirk a dagirker 23'ê Cotmehê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê êrîş bir ser qadên sivîl û binesaziya herêmê. Hezar û 31 êrîş pêk anî ku jiyana 5 milyon mirovên herêmê xiste nava metirsiyê. Di encama van êrîşan de 17 sivîl şehîd bûn, 65 jî birîndar bûn. Xelkê Dêrikê nerazîbûn nîşanî êrîşan da û soza xwe dubare kir ku wê xaka xwe biparêze û berxwedana xwe xurt bike.

'GEL XWE BI FELSEFEYA RÊBER APO BI RÊXISTIN DIKE'

Cîhan Elî bi bîr xist ku êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê zêdeyî 12 sal in dewam dikin û got, "Dema ku mijar dibe gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hêzên navneteweyî xwe bêdeng dikin. Hêzên ku îro ji bo Fîlîstîn û Lubnanê nerazîbûnê nîşan didin, li hemberî êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nerazîbûneke biçûk jî nîşan nadin. Ev bêdengî bandorê li berxwedana gelan nake; gel xwe bi tenê nabîne. Berevajî vê yekê berxwedana xwe ya ku xwe dispêre hêza xwe xurt dike. Birînên xwe bi xwe dipêçe. Bi êrîşan nikarin îradeya me bişikînin. Her êrîşek îradeya me hîn xurt dike. Ev yek bi êrîşên dawî re jî careke din hate dîtin. Gel li qadan êrîş têk bir. Mîna her demê jinan pêşengî ji vê berxwedanê re kirin. Îradeya jinê ya xurt îradeya civakê ya xurt afirand. Divê dewleta Tirk a dagirker zanibe, gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê xwe bi felsefeya Rêber Apo bi rêxistin dikin û têdikoşin. Ji ber vê yekê wê nikaribin têkoşîn û berxwedana me bişikînin."

'ÊRÎŞ HATIN TÊKBIRIN'

Hogir Salih bal kişand ser êrîşên li dijî sivîlan hatin kirin û got, "Êrîş li ser qadên jiyanê yên civakê û cihên ji pêwîstiyên jiyanê hatin kirin. Xisara madî rû da, lê belê nekarîn îradeya gel bişikînin, nekarîn koçber bikin. Lewma êrîş careke din hate têkbirin. Ji roja destpêkirina êrîşan û pê ve gel daket qadan û dirûşmên berxwedanê bilind kir. Dewleta Tirk a ku ji Rêveberiya Xweser û gelan re dibêje terorîst, ew bi xwe terorîstê herî mezin e. Bi êrîşa li ser zarok, extiyar û jinan terorîstiyê dike."

Hogir Salih ji bo dewletên ku xwe weke hêza garanton pênase dikin jî got, "Hêzên ku qaşo ji bo aramiyê li xaka me ne, dema ku bi êrîşan jiyana 5 milyon mirovî kete metirsiyê li ku bûn? Hêzên ku qaşo dibêjin ew mafên mirovan diparêzin, çima bêdeng in? Ji bo dawî li vê bêdengî û durûtiyê bînin em bang li wan dikin ku wezîfe û berpirsyariyên xwe bi cih bînin."

'BI RÊYA VAN ÊRIŞAN ŞERÊ TAYBET Û PSÎKOLOJÎK DIMEŞÎNIN'

Şadiye Mihemed jî li ser êrîşên bê navber ên dewleta Tirk got, "Bi van êrîşan qanûnên navneteweyî têne binpêkirin. Êrîş li ser tevahiya binesaziya herêmê hate kirin. Cihên ku bûn hedef çavkaniya debarê ya gel e. Bi van êrîşan şerê taybet û psîkolojîk tê meşandin. Lê belê gel li hemberî van êrîşan bû çeper ji qadên xwe re. Bi rengekî hevgirtî bersiva herî mezin da dijmin. Li hemberî êrîşên dagirkeran ji hêzên navneteweyî helwesteke biçûk jî nehate nîşandan. Divê ev hêz li hemberî êrîşan helwesta xwe diyar bikin. Ev bêdengî tê wateya hevkariya wan bi dewleta Tirk re."