Erdogmûş: HDP nebe Tirkiye nikare li ser xwe bisekine!

Parlamenterê HDP'ê yê Amedê Erdogmûş diyar kir, ku di 1'ê Mijdarê de wê dengê HDP'ê kêm nebe. Erdogmûş bal kişand ser girîngiya xwerêveberiyan û destnîşan kir, ku eger HDP nebe wê Tirkiye nikaribe li ser xwe bisekine.

Parlamenterê HDP'ê yê Amedê Erdogmûş diyar kir, ku di 1'ê Mijdarê de wê dengê HDP'ê kêm nebe. Erdogmûş bal kişand ser girîngiya xwerêveberiyan û destnîşan kir, ku eger HDP nebe wê Tirkiye nikaribe li ser xwe bisekine.

Parlamenterê HDP'ê yê Amedê û miftiyê berê yê Amedê Nîmettûllah Erdogmûş ê ji bo hin hevdîtinan hat Elmanyayê, bûyerên di rojevê de û hilbijartinên 1'ê Mijdarê ji ANF'ê re nirxand.

'LI NAVA MECLÎSÊ JÎ BENDEK DERKET PÊŞIYA ME'

Erdogmûş da xuyakirin ku piştî serketina wan a di hilbijartinê de ew li ser rê û rêbazên bicihanîna sozên xwe yên dayî kûr dibûn, hewl didan gotina aştiyê formuel bikin, lê belê wan dîtin ku li Meclîsê jî bendek li pêşiya wan hatiye danîn.

Erdogmûş got, "Yanî HDP'ê, benda ji sedî 10'an a antî demokratîk, ku bermayîna 12'ê Îlonê de ji hev xist. Lê belê dema em çûn Meclîsê, ne tenê AKP'ê, MHP'ê jî bi helwesteke gelekî zelal ji roja destpêkê ve îlan kiribû ku ew Koma HDP'ê xumamî (fulû) dibînin. AKP'ê jî xweranegirtina li serketina me, di her firsendê de nîşan dida. CHP jî weke partiyeke sîstemê nîşanî me dida ku ew nikare bi me re tevbigere, lê ev helwesta xwe bi rêbazeke nerm û zirav dida xuyakirin. Û me ji roja destpêkê ve nîqaş kirin, ku hilbijartineke nû dikare derkeve pêşiya me."

Erdogmûş diyar kir, ku ji rojên destpêkê û pê ve bi destwerdana Serokkomarê AKP'ê re, pêvajoyeke nû ya hilbijartinê hat ferzkirin û got, "Fatûreya vê serketinê birîn. Bi helwesteke gelekî zelal nîşan dan, ku wê nehêlin Kurd tehma serketina ji sedî 13'an bikin. Ev yek bi gefxwarê re nîşan dan. Bi vî rengî em ketin nava pêvajoyeke hilbijartinê."

Erdogmûş anî ziman, ku ev hilbijartin ne daxwaza wan bû got, "Ti partî ne alîgirê pêkhatina hilbijartineke bi vî rengî bû. Hilbijêran jî vîna xwe nîşan dabû. Ev yek ji bo her yekî ji me, dihat wateya kaosê. Hikûmetê projeya xwe ya îstiqrar û desthilatdariyê danîbû pêşiya Tirkiyeyê. Îdîa kir ku îstiqrar û desthilatdarî ancax bi desthilatdarbûyîna AKP'ê pêkan e. Û civaka Tirkiyeyê xist nava şer."

'AKP DIBE PARTIYA TABELA'

Erdogmûş, di çarçoveya konsepta şer a ji aliyê AKP'ê ev hat destpêkirin de komkujiyên li gelemperiya Kurdistanê tên kirin, êrîşên li hemberî nirxên pîroz şehîdgehan û operasyonên qirkirina siyasî bibîr xist û bi van gotinan destnîşan kir, ku AKP jî li Kurdistanê dibe partiya tabela:

"Çawa ku hemû partiyên sîstemê li herêmê veguherîn partiya tabela, çawa ku CHP, MHP û partiyên din ên rastgir bûn partiya tabela û çawa ku van partiyan di demên bihurî de ji Kurdan destekeke mezin girtin lê bi destpêkirina dijminatiya li Kurdan re hemû ketin rewşeke ders jê bê derxistin, di roja îro de wê aqûbeta AKP'ê jî bi heman rengî be. Çawa di hilbijartinên 7'ê Hezîranê de têkçûn û şikestineke mezin jiya, ez bawerim wê di hilbijartinên 1'ê Mijdarê de jî AKP weke partiyên din bibe partiya tabela. Bifikirin; li navçeyan ji sedî 90 ê dengan hatiye stendin -Cizîr, Lice, Silopiya, Nisêbîn- ji sedî 95 ê hilbijêrên van navçeyan vîna xwe nîşanî sindoqan dane, lê tevî vê yekê jî wê ev vîn li ber çavan neyê girtin. Dûre jî wê were gotin, 'ev navçe qala xwerêveberiyê dikin'. Baş e, di rewşeke ku tu vîna ji sedî 90'î qebûl nake, wê Kurd çi bike?"

XWERÊVEBERÎ

Parlamenterê HDP'ê yê Amedê Nîmettûllah Erdogmûş bal kişand ser vîna gel a ragihandina xwerêveberiyê û destnîşan kir, ku xwerêveberî di rewşa heyî de ne rêbaz an jî çalakiyeke ku Kurd ferz dike ye. Erdogmûş diyar kir, ku ji ber AKP'ê vîna ji sindoqan derket nas nekir, bi gotineke zelaltir; ji ber ku dewletê ew bi xwe nas nekir, li herêmê ev mijar hat nîqaşkirin.

Erdogmûş got, "Ji xwe xwerêveberî rêbazeke demokratîk a têkoşînê ye. Û rêbaza herî baş a bilêvkirina daxwazên demokratîk ên civakê li hemberî dewletê, vîna xwe bi xwe birêvebirinê ye. Lê hikûmetê, herêm ewqas xist nava rewşeke zehmet, ku bi vî şêweyî xwerêveberî hat ragihandin. Halbûkî şêweyê xwerêveberiyê, ne bersiveke çekdarî yan jî kolandina xendekan e, ku tê nîşandan. Lê belê, ji ber ku tehrîka nenaskirina vînê, ev rewş jî derket holê."

'HDP JI BO GELEMPERIYA TIRKIYEYÊ ŞENSEK E'

Erdogmûş da xuyakirin ku dewleta AKP'ê, navçeyên ku HDP'ê herî zêde deng li wan deran bi dest xistiye weke cihên pîlot hilbijartiye û dest bi êrîşê kiriye. 

Erdogmûş got, "Lê belê eger di hilbijartinên 1'ê Mijdarê de AKP dînîtiyek ji vê mezintir neke, ez bawerim wê HDP serketinên hîn mezintir û bedewtir bi dest bixe. Û wê bi demê re baştir bê dîtin, ku HDP ne tenê ji bo Kurdan ji bo gelemperiya Tirkiyeyê şenseke gelekî girîng e.

Mînak Hevserokê me Selahattîn di dema aşkerakirina deklerasyonê de got, 'Eger hûn hewl bidin HDP'ê ji vê keştiyê biavêjin, ev keştî wê binav bibe' û hişyarî da ku eger hînê ev keştî binav nebûye, ev yek bi saya hebûna HDP'ê ye. Bi rastî jî rewş bi vî rengî ye. Bifikirin; HDP li derve maye û neçûye Meclîsê. Eger hûn nikaribin xwe li siyaseta HDP'ê rabigirin, Xwedê neke; dibe ku felaketên mezintir rû bidin. Ne hêsan e, ji ber ku Tirkiye wê nikaribe li ser xwe bisekine. Rewşa Sûriye û Iraqê ya li kêleka xwe dibînin, ji me bêhtir dişopîne û bi raporên îstîxbaratê dizanin ku gefteke bi çi rengî ya li hemberî wan li Rojhilata Navîn kom dibe. Pejirandina vê rewşê ji xwe dînîtiyeke."

'TEVAHIYA TIRKIYE WE VÎNA KURDAN BAŞTIR BIBÎNE Û HURMETÊ NÎŞAN BIDE'

Ji bo pirsa; 'Di 1'ê Mijdarê de hûn li benda encameke çawa ne?' Erdogmûş ev bersiv da:

"Ya rast, berî ev bûyerên dawî biqewimin, beriya bûyerên Pirsûsê ji sedî 15 bû. Lê belê van operasyon û çalakiyan, ji nişka ve hilbijaritn û stratejiya HDP'ê sekinand. Tevî van hemû êrîşan jî li hilbijêrên dengê xwe didin HDP'ê, bandoreke neyînî nebû. Bi taybetî, li gorî min vana Kurdan şaş fêm dikin. Desthilatdarî li vê fikirî: 'Di encama êrîşeke bi vî rengî de wê ew ruhê yekîtiyê yê di nava kurdan de ji hev belav bibe'. Yanî gotin Kurd wê bêjin, 'Bila aramiya me xera nebe, bila belayên mezintir neyên serê me'. Digotin qey wê karibin bi Kurdan. Lê wê bi vî rengî nebe, ji ber ku haya her kesî ji vê heye. Yanî her kes dizane ya tê kirin, ji bo çi tê kirin û niha disekinin. Mînak, dema mirov li bajarên Kurdan digerin -ez bi xwe ji Amedê têm-, çûbûm cem keyayê Taxa Medyayê. Ez bawerim 26 hezar hilbijêrên me li wir hene. Min jê pirsî, 'rewş çawa ye, eleqe kêm e?'. Ji min re got, 'Na, ji roja destpêkê ya daliqandina lîsteyan ve mirov tên dipirsin ku navê xwe tê de heye yan na.' Di 7'ê Hezîranê de rewş ne bi vî rengî bû, hilbijêran ev yek ji roja dawî re hiştibûn. Li vir jî (Ewropa) li Konsolosxaneyan dipirsin. Xwedîderketineke baş e, xwedîderketineke bi bêdengî heye. Mirov li qehwexaneyan, li derdorê propagandayê nakin, rewşeke bi vî rengî nîne. Atmosfereke şînê heye niha. Lê vîn wê xwe di sindoqan de nîşan bide. Tevahiya Tirkiye wê vê kelecanê, vê vînê, vê biryardariyê bibîne û hurmetê nîşan bide."

Erdogmûş îdîaya xwe ya 'HDP ji bo Tirkikyeyê şensek e' bibîr xist û destnîşan kir, ku ev îdîaya wan hînê derbasdar e. Erdogmûş  got, "Yên ku siyaseta Tirkiyeyê ji serî heta binî xistine nava lepên xwe, wê vê rewşê qebûl nekin. Wê bixwaze ku bi tenê li herêmê rabigire. Wê îdîa bike ku HDP bi tenê Kurdan temsîl dike. Yek ji nuqteyên ku desthilatdariyê aciz dike, ev e. Me bersiveke gelekî cidî wergirtin. Mînak; li Tirkiyeyê bajarê ku me herî zêde parlamenter jê derxist Stenbol e. Me ji Amedê ewqas parlamenter dernexist; me 10 parlamenter derxistibû. Ji Stenbolê me 11 parlamenter derxist. Li Stenbolê me zêdeyî 1 mîlyon deng stend."

'NAMZETÊN AKP'Ê YÊN LI HERÊMÊ, ÎNSANÊN NE HÊJAYÎ SILAVDAYÎNÊ NE'

Erdogmûş destnîşan kir ku ti dengekî ji nava wan biçe ji AKP'ê re nîne û got, "Ji ber ku ti sedemeke xwe nîne. Çima? Mînak; em li mînakên wan ên li herêmê binêrin. Namzetên ku Kurd wan qebûl nakin, nîşan dane. Kurd, dest ji dayîna dengan berde, silavê nadin van kesan. Lê belê dengên ku ji nava AKP'ê ji me re bên, hene."

'DENGÊN ME YÊN LI EWROPAYÊ WÊ BIBIN DU QAT'

Ji bo bendewariyên ji Ewropayê Erdogmûş got, "Li Ewropayê di hilbijartinên bihurî de me kêmî bendewariyên xwe deng stendibûn. Baş bû, lê kêmî bendewariyên me bû. Em li bendê ne ku dengên xwe yên li Ewropayê bikin du qat. Di 7'ê Hezîranê de me li Tirkiyeyê dengên xwe bi du qatan zêde kir. Vê carê em ê li Ewropayê jî bi du qatan zêde bikin."

Ji bo pirsa, 'Hilbijêrekî Misilman-oldar çima dengê xwe nede AKP'ê, çima bide HDP'ê?' Erdogmûş ev bersiv da: "Eger bi rastî jî oldar be, neçar e xwedî wê ferasetê be ku zalim û mazlûman ji hev derxîne. Û cihê oldarekî timî li kêleka mazlûman e. Eger li holê bi rastî jî zilmek hebe, hingî li holê mazlûm jî hene ku hewl tê dayîn di binê vê zilmê de serê wan bê eciqandin."