Encamên referandûmê tên protestokirin

Bi hezaran kesên ku li Stenbol, Edene û Ûşakê li hev kom bûn, encamên refernadûmê protestokirin.

STENBOL

Li Beşîktaşê gel dîsa ji bo ‘NA’ yê li qadan bû. Bi hezarna kesên ku ji bo encamên bi hîle yên referandûmê û biryara redkirina îtirazana YSK’yê prtesto bikin, li Qada Kartal kom bûn, ji bo rakirina Rewşa Awart, îstifakirina YSK’yê û betalkirina hilbijartinê daketin kolanan. Hezaran kesên gotin “YSK, îstifa” qîr kirin, carekî din li kolanan diyar kirin ku ecamên hilbijartinê yên ku vîna gel xesp dike qebûl nakin.

Protestokirina encamên bi hîle yên refernadûmê li çar aliyê Stenbolê didomin. Yek ji van navnîşanan Beşîktaş a ku bi hezaran kes lê kom bûn,bi daxwaza betalkirina hilbijartin û îstifakirina YSK’yê meşiyan. Di meşa pankarta bi nivîsa “Bila referandûm bê betalkirin” û dowîzên “Na em ji vir naçin”, “Na Beşîktaş” û “Na bi dawî nebûye, nû destpê kir” hate bilindkirin de, bi yek dengî dirûşmên “Bi dize bi dize heta kengê, dawî lê hat”, “Na em bi serketin, YSK’yê dizî” , “ Diz, hevkar YSK”, “Dizî, qatil Erdogan”, “Serhildan, Şoreş, Azadî” qîr kirin.

Gelê ku hatin Qada Kartalê daxwazên xwe rêzkirin, gotin: “Bila Rewşa Awarte bi dawî bibe”,”Hilbijartin betal bibe”, “Bila distûra serokatiyê bê paşvekişandin” û “Bila YSK îstifa bike û ji gel lêborînê bixwaze”. Girseyê diyar kir ku di sindoqan de ‘NA’ yê qezenç kir, diyar kirin ku wê sibehê hman saetê dîsa kom bibim û ji qadê belav bûn.

EDENE

Li Edeneyê encamên referandûmê ji aliyê sedan kesî ve hate protestokirin.

Di çalakiya li Parka Atatûrkê hate lidarxistin de, koma ku pankarta “YSK Hayirdir Gardaş?” vekirin û dowîzên bi nivîsa “Dengê NA bêdeng nebû, wê bêdeng nebe”, “NA hê bi dawî nebûye” û “YSK te çi li wan dengan kir” hildan û dirûşmên “Edene xwedî li NA’yên xwe derkeve” û “Diz, hevkar YSK” qîr kirin.

Serokê CHP’ê yê bajarê Edeneyê Ayhan Barût diyar kir ku encamên referandûmê meşrûtyeta xwe winda kiriye û got: “Refernadûma ku li gel gelê me ti wateya wê nebe, dubarekirina wê neçariye. Têkoşîna me ji cihê mayî didome, dawiya dawî em ê bi ser bikevin.”

Girseyê li ber stranan govend gerandin. Çalakî bi dirûşman ve bi dawî bû.

ÛŞAK

Endamên Tevgera Hezîranê ya Hevpar a Ûşakê, ji bo encamên referandûmê protesto bikin, xwestin meşekê lidar bixin. Welatiyên li ber derê avahiya şaredariyê kom bûn, pankarta “NA hê bi dawî nebûye” vekirin, ber bi nevendê ve ketin meşê. Welatiyê ku dirûşmên “NA hê bi dawî nebûye, nû destpê dike” û “Li dijî faşîzmê mil bi mil” qîr kirin, polîsan bi bombeyên gazê û îstoê mudaxele kir.

Di encama êrîşa polîsan de Serokê berê yê Partiya Piştgirî û Azadiyê (ODP) Mahmût Ûlûdag jî di nav de 15 kes bi derbkirinê binçav kirin.