Encamên konferansa 'Em Êzidî ne'

Encamên Konferansa 'Em Êzidî ne', ku di 20'ê Tebaxê de li bajarê Oldenbûrg ê Elmanyayê hat lidarxistin, bi daxuyaniyekê hat eşkerekirin.

Encamên Konferansa 'Em Êzidî ne', ku di 20'ê Tebaxê de li bajarê Oldenbûrg ê Elmanyayê hat lidarxistin, bi daxuyaniyekê hat eşkerekirin.

Konferansa ji aliyê Navenda PEN a KURD, Navenda Şêwirmendiya Êzidiyan li Elmanyayê û Navenda Mala Êzidiyan li Oldenbûrgê, di 20'ê Tebaxê de bi dirûşma 'Em Êzidî ne' hat lidarxistin.

Di daxuyaniya li ser encamên konferansê de ji bo armanca konferansê hat gotin, "Ev konferans bersivek wêjeyî ya rewşenbîrên Kurd e, li hemberî qirkirina li ser Êzidxanê ye."

Di encamnameyê de hat ragihandin, ku ew dixwazin bala hemû rewşenbîrên Kurd û cîhanê, dezgehên neteweyî û navneteweyî yên gelê Kurd, raya giştî ya cîhanê, Neteweyên Yekbûyî û Yekîtiya Ewropayê bikişînin ser pirsgirêkên vê qirkirinê.

Li gorî encamnameya konferansê, ev daxwaz hatin kirin:

"Êzdixan di nav nexşeya Kurdistanê de be, lewra dilê dîrok û çanda Kurd û Kurdistanê ye

Xelkê Êzdixanê, ango Êzidî di nav erdnîgariya Kurdistanê de xwedî mafên xwe yên çarenûsê, xwerêveberî û birêvebirina dezgehên xwe yên ewlekarî û parastinê bin

Bajar û gundên Êzdixanê û rêyên wê bi zûtirîn dem ji nû ve bêne avakirin, hemû xizmet bên pêşkeş kirin, da ku şêniyên wê yên aware û penaber vegerin warê xwe

Bi lezgînî li Êzdixanê, zanîngeh û navendên akademî, nexweşxane û dezgehên derûnî, xwendegeh û dezgehên perwerdeyî bêne zêdekirin û nûjenkirin. Hemû dezgehên xizmet gihandinê û binesaziya aborî werin vekirin. Her wiha li zanîngeheke Başûrê Kurdistanê beşa lêkolînê ya Êzidiyatiyê bê vekirin.

Plan û programek ji bo pêşxistina jiyana aborî ya Êzdixanê bi xelkê Êzdîxanê re bê amadekirin,

Komkujiya Şengalê mîna Jenosîd li hemû dewlet û dezgehên navneteweyî bê qebûlkirin

Li dewletên Êzidî lê dijîn, ola Êzidîtiyê fermî di yasayên wan ên bingehîn de û di dezgehên navneteweyî de, mîna Neteweyên Yekbûyî, Yekîtiya Ewropa û hwd. bê parastin û garantî kirin

Konferans ji hemû partî, hêz û rêxistinên Kurdistanî, yên di berxwedana Şengalê de beşdar in, hêvî dike, ku ew qedera civaka Êzîdî bikin bingeha yekitiya neteweyî û pêşerojek azad û bihevrejiyanê bibin alîkar. Her wiha ew berxwedana hemû şervanên Kurdistanê; Gerîlla, Pêşmerge, û Şervanên din ji bo parastina Şengala Pîroz bilind dinirxîne û silavan li şehîdên berxwadana Şengalê dike."