Elçî li pêş çavan hat qetilkirin

Seroka Giştî ya TÎHV'ê Şebnem Korûr Fîncanci, Serokê Giştî yê KESK'ê Lamî Ozgen û Serokê Giştî yê ÎHD'ê Ozturk Turkdogan diyar kirin, ku qetilkirina Tahîr Elçî ji şîdeta dewletê ya bi mehane li Kurdistanê dewam dike, ne cihê ye.

Seroka Giştî ya TÎHV'ê Şebnem Korûr Fîncanci, Serokê Giştî yê KESK'ê Lamî Ozgen û Serokê Giştî yê ÎHD'ê Ozturk Turkdogan diyar kirin, ku qetilkirina Tahîr Elçî ji şîdeta dewletê ya bi mehane li Kurdistanê dewam dike, ne cihê ye.

Nerazîbûnên li hemberî qetilkirina Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî zêde dibin. Hêzên demokrasiyê yên ji ANF'ê re axivîn diyar kirin, ku Elçî li pêş çavan hatine qetilkirin. Seroka Giştî ya Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) Şebnem Korûr Fîncanci, Serokê Giştî yê Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Gelemperiyê (KESK) Lamî Ozgen û Serokê Giştî yê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Ozturk Turkdogan diyar kirin, ku qetilkirina Tahîr Elçî ji şîdeta dewletê ya bi mehane li Kurdistanê dewam dike, ne cihê ye.

CIHÊ GOTIN LÊ QEDIYA YE

Seroka Giştî ya TÎHV'ê Şebnem Korûr Fîncanci da xuyakirin, ku ji ber ji destdayîna parêzvanekî mafên mirovan û aştiyê ew gelekî dil bi êş in û got, "Cihê wî bi rastî nayê dagirtin. Tahîr Elçî ji bo me hemûyan bi rastî jî hêja bû. Di nava yek ji damezrînerên weqfa me de cih girtibû." Fîncanci ragihand ku Elçî li pêş çavan hatiye qetilkirin û anî ziman ku darizandin, gef û çavtirsandinên li hemberî Elçî dihatin kirin, nîşana felaketekê bûn. Fîncanci da xuyakirin ku îlanên qedexekirina derketina derve li gelek deverên Kurdistanê, hedefgirtina sivîlan ji aliyê dewletê ve zemîn ji vê re amade kir û got, "Em li cihê ku gotin lê qediya ne."

'AVAKIRINA AŞTIYA KU ELÇÎ DIXWEST, WEZÎFEYA ME HEMÛYAN E'

Serokê Giştî yê KESK'ê Lamî Ozgen da zanîn ku li bajarekî qedîm ê mîna Amedê qetilkirina parêzvanê aştî, mafên mirovan û hiqûqê Serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî, zîhniyeta tarî ya dewletê careke din derxistiye holê. Ozgen destnîşan kir ku ji berê ve, kî li gorî îdeolojiya fermî û otorîteya dewletê tevnagere û qebûl nake, akûbeta xwe mîna ya Elçî ye. Ozgen bibîr xist ku Elçî berî bê qetilkirin, rastî lînç, gef û kampanyayên çavtirsandinê dihat û ragihand, ku qetilkirina Elçî jî dewama van kampanyayan bû. Ozgen bal kişand ser komkujiyên li Amed, Pirsûs û Enqereyê û girtina rojnamevan Can Dundar û Erdem Gul û got, "Ev pêvajo pêvajoya girtin û qetilkirina mûxalîfan e. Bi vî rengî bêdengkirina mûxalîfan e." Ozgen diyar kir ku ji destdayîna Elçî ji bo aştîxwaz, alîgirên demokrasî û edaletê, gelên Kurd û Tirk windahiyeke mezin e û got, "Çawa ku gelê Kurd li dijî van nêzîkatiyên dewletê bi salan e têdikoşe, girîng e hemû mûxalîf jî ji bo pêkanîna aştiya ku Tahîr Elçî dixwest, bênavber têbikoşin."

'DI NAVBERA GULEREŞANDINÊ DE NEMAYE, GULEYA POLÎSAN LÊ KET'

Serokê Giştî yê ÎHD'ê Ozturk Turkdogan jî ragihand ku mirina Tahîr Elçî bandoreke giran li her kesî kiriye û da zanîn ku sûîqesta li hemberî Tahîr Elçî zelal û li pêş çavan e. Turkdogan işaret bi dîmenên di meyda civakî û televîzyonan de hatin weşandin kir û destnîşan kir, ku di dîmenan de ji bilî polîsên ku guleyan li çep û rastê direşînin, ti kes guleyan bernadin. Turkdogan diyar kir ku gotina 'di nava gulereşandina du aliyan de ma' derew e û wiha dewam kir: "Hewl tê dayîn weke kuştineke kiryar nediyar nîşan bidin."

FÎŞEKA KU ELÇÎ PÊ HAT QETILKIRIN, LI HOLÊ NÎNE

Turkdogan da xuyakirin ku li gorî prosedura normal divê cihê bûyerê bê girtin, parastin û lêkolîn bê kirin, lê belê ti ji van nehatiye kirin, delîl nehatine tespîtkirin û got, "Mînak fîşeka ku li serê Elçî ket, li holê nîne. Ji bo bê tespîtkirin bê ji kîjan çekê derketiye, divê fîşeka li cihê bûyerê bihata dîtin û lêkolînkirin. Li cihê bûyerê gelek polîs hebûn, divê hemû vê pîvana ji rêzê bizanibin. Bi qasî ku em niha dibînin Elçî di navbera gulereşandina du aliyan de nemaye. Bi guleya polîsên guleyan li aliyên çep û rastê dimeşînin, hatiye qetilkiri."

DI NAVBERA 7'Ê HEZÎRANÊ Û 9'Ê MIJDARÊ DE TÎMÊN TAYBERT 128 SIVÎL QETIL KIRIN

Turkdogan got, "Li cihê ku Tahîr Elçî hedef hat girtin, dibe ku em hemû lê bûna" û anî ziman ku heta ev rewşa şîdetê bidome, wê sûîqestên wiha dewam bikin. Turkdogan diyar kir ku komkujiyên Pirsûs û Enqereyê ne di nav de ji 7'ê Hezîranê heta 9'ê Mijdarê 128 sivîl hatin qetilkirin û ragihand, ku piraniya van sivîlan li cihên derketina derve lê hatiye qedexekirin, ji aliyê tîmên taybet ên rûyê wan bi maske ve hatine qetilkirin.

Turkdogan da xuyakirin ku yê vê rewşa şer bi dawî bike hikûmet e û ji vê şîdetê jî Serokkomar Erdogan bi xwe berpirsyar e û destnîşan kir ku divê tavilê dest ji polîtîkayên ewlekariyê bê berdan û li rewşa aştî û muzakereyê vegerin.