Ekrem: Li dijî xeteriya qirkirina spî, em li dora rastiyê li hev bicivin

Ekrem diyar kir, divê Êzidî 'rastiya heyî' bibînin û got, "Di mijara mafên bingehîn de mirov neçar in bifikirin û ji xwe re rêyekê bibînin. Weke civaka Êzidî me ev rê di nava nêrîn û felsefeya Birêz Ocalan de dîtin."

Yek ji beşdarên greva birçîbûnê ya Meclîsa Şengalê ya Dîasporayê, Peşîmamê Êzidiyan Ekrem e.

Peşîmam Ekrem diyar kir, divê Êzidî 'rastiya heyî' bibînin û got, "Di mijara mafên bingehîn de mirov neçar in bifikirin û ji xwe re rêyekê bibînin. Weke civaka Êzidî me ev rê di nava nêrîn û felsefeya Birêz Ocalan de dîtin."

'EM DEYNDARÊ CIVAKA XWE Û SEROKÊ XWE NE'

Ji beşdarên greva birçîbûnê ya bêdem-bê dorveger Peşîmam Ekrem da xuyakirin, ku hêza bingehîn a pêşî li qirkirina mein a 74'an girt, Tevgera Azadiyê ya Kurd e. Peşîmam Ekrem destnîşan kir, ku girîng e Êzidî rastiya heyî bibînin û got, "Em xwe deyndarê civaka xwe û Serokê xwe, yanî deyndarê Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan dibînin. Weke civaka Êzidî me heta niha ti Rêberek ji xwe re nedîtin."

'ME DI NAVA NÊRÎN Û FELSEFEYA OCALAN DE RÊYA XWE DÎTIN'

Peşîmam Ekrem da xuyakirin, ku rêya bidestxistina mafên bingehîn ên însanî yên Êzidiyan, di felsefeya Ocalan de ye û wiha dewam kir: "Bav û kalên me qala 73 fermanan dikirin. Qala komkujî û zilma hat kirin, dikirin. Me ev nedîtibûn, bi tenê bihîstibûn. Lê herî dawî me bi xwe fermana 74'an a li Şengalê dît. 

Di mijara mafên bingehîn de mirov neçar in bifikirin û ji xwe re rêyekê bibînin. Weke civaka Êzidî me ev rê di nava nêrîn û felsefeya Birêz Ocalan de dîtin."

'DESTWEDANA LI ŞENGALÊ RÊ LI BER BAWERIYEKE MEZIN VEKIR'

Peşîmam Ekrem got, "Kengî çeteyan xwestin Êzidiyan qir bikin, me dîtin ku van şervanan berê xwe da çiyê, korîdorek vekirin û hewl dan gelê me ji van çeteyên 'Xwedê nas nakin' rizgar bikin. Me ev yek bi zelalî dîtin. Yên hewl dan me qir bikin, yanî yên digotin ew 'li ser navê Xwedê' şer dikin, ti pêwendiya wan bi 'Xwedê' re nîne. Şervanên Kurdistanê em ji van kesên xwestin me ji kokê ve biqedînin, rizgar kirin. Vê yekê jî baweriyeke mezin da me."

'EM LI DOR RASTIYÊ LI HEV BICIVIN'

Peşîmam Ekrem ji Êzidiyên li Ewropayê dijîn xwest, 'vê rastiyê' bibînin, bibin yek û der barê xeteriya 'qirkirina spî' ya li Ewropayê de hişyarî da. Peşîmam Ekrem di dawiya axaftina xwe de ev bang kir: "Em îro bûyer û qewimînan dişopînin. Û me biryara çalakiyeke bi vî rengî dan. Weke oldarekî Êzidî, weke Peşîmamekî min jî biryar da ku li cem gelê xwe li vir bim. Girîng e civaka me ya Êzidî jî vê qebûl bike. Eger em vê neke, yanî eger em bêdeng bimînin, ev nabe. Mayîna me ya li Ewropayê jî rizgarî nîne. Mayîna me li Ewropayê ji bo me tê wateya 'qirkirina spî'. Ev yek jî xeteriyeke mezin e li ser serê me.

Banga min li hemû Êzidiyên li Ewropayê ne: Bi destê biratiyê bigirin! Bi destê yekîtiyê bigirin! Rêya rast bibînin. Li dora rastiyê li hev bicivin. Ji bo em çareseriyekê ji baweriya Êzidiyan re bibînin, weke gel ji bo em li ser piyan bimînin, divê em li dora vê rastiyê li hev bicivin.

Weke gel, divê em çavên xwe vekin û dostên xwe bibînin. Heta em bibin xwedî nasname divê em têbikoşin. Eger civaka me ya Êzidî destekê bide me em ê di vî warî de bi ser bikevin. Hêviya me ya ji bo serketinê gelekî mezin e û em ê bi ser bikevin."

...