Di Rewşa Awarte de rewşa girtîgehan

Ji Însiyatîfa Hevgirtina Girtiyan Kalman diyar kir ku bi Rewşa Awarte re binpêkirinên mafan pir zêde bûne.

Sevîm Kalman ku di Însiyatîfa Hevgirtiya Girtiyan de dixebite ku ev însiyatîf bi dirûşma ‘’Em ê destûr ênedin darbeya Rewşa Awarte ya li ser girtiyan’ Cotmehê ava bûyî, di serdema Rewşa Awarte de tiştên li girtîgehan dibin ji ANF’ê re vegot.

Kalman diyar kir bi Rewşa Awarte re girtîge veguherîne cihê şewatan û pişt3i 15’ê Tîrmehê binpêkirinên mafan li girtîgehan pir zêde bûne.

'WEKE KAMPÊN BERHEVKIRINÊ NE'

Kalman diyar kir ku bi mişextkirinan li her girtîgehê binpêkirinên mafan pir zêde bûne û got:

"Piştî sewkan nehitşin ku girtî tiştekî bi xwe re bibin. Mînak bi mehan çetel û kêr jî nedane wan, bi rojan li ser ranzeyan razan ku ne betanî dane wan û ne jî rûberê lihêfan. 7 kes kirin odeyên 3 kesî de, bi şevan bi ser odeyan de girtin û firaxên wan li nav hev xistin. Qerdiyan dijûnên nîjatperestî li girtiyan kirin, rojname û kovarên ku biryara berhevkirina wan nehatiye dayin nadin girtiyan, hevdîtinên vekirî ji du mehan kirin carek; hevdîtina girtiyan a bi hevalan û girtiyan re hatin betalkirin; nameyên ku ji girtiyan re çûyin an nedane wan an jî bi derengî gihişt ber destê wan, hatin sansûrkirin."

'LI SILÎVRIYÊ LI SERŞOKAN DINERIN'

Kalman diyar kir ku li girtîgehan miemeleya nebaş berdewam dike û li ser girtiyan hem êşkeceya fizîkî û hem jî ya psîkoljîk heye. Kalmaz bal kişande ser rewşa girtiyên No 9 ên li Silîvriyê  Resmiye Vatansever û Denîz Depeli û got li wan êşkenceya psîkolojîk, gotinî û fizîkî heye. Kalmaz diyar kir ku li girtîgehê girtiyên jin ji hêla qerdiyanên mêr ve têne sehkirin û got, "kamera li ode, tuwalet û serşoyan hatine danîn û li jinan dinerin. Girtî jî ji bo vê asteng bikin dema ku diçin serşoyê kamerayê dinixumînin lê qerdiyan dîsa tên û wan cilikan radikin."

'GIRTIYÊN ZAROK BER BI XWEKUJIYÊ VE DIÇIN'

Kalman diyar kir ku ji ber sedema zext û êşkenceyan zarokan ber bi xwekuştinê ve dibin û diyar kir li Girtîgeha Zarokan a Maltapeyê zarokekî 17 salî ê bi navê K.T li dijî êşkenceyan hew xwe girtiye û hewl daye ku xwe bikuje.
 
'TEDAWIYA GIRTIYÊN NEXWEŞ NAYÊ KIRIN'

Kalman bi berdewamî diyar kir ku bi hinceta ku wesayit tine ne, leşker tine ne, girtiyên nexweş nayên tedawîkirin û wan nabin nexweşxaneyan. Dema ku girtî dixwazin biçin revîrê jî ji wan re dibêjin doktor nîn în, û girtiyên ku piştî bi mehan wan derdixin nexweşxaneyê jî bi kelepçeyan mieneya wan tê kirin.