Desthilatdarî tehemûlî têkçûna xwe ya di hilbijartinê de nake: Bêbextî û lêpirsîn

Ji desthilatdariya AKP û MHP'ê re têkçûna hilbijartinan giran hat û li dijî şaredariyên DEM Partiyê serî li bêbextî û lêpirsînan dide.

LI DIJÎ ŞAREDARIYAN LÊPIRSÎN

Alî Yerlîkaya yê Wezîrê Karên Navxweyî bi îdîaya ku li Şaredariya Sûrê ya Amedê li dijî Ataturk û Tayyîp Erdogan haqaret hatiye kirin, serî li îftîrayan da û got: ‘’Mifetişên mûlkiyeyê hatine wezîfedarkirin.’’

Yilmaz Tûnç ê Wezîrê Edaletê jî ragihand ku têkildarî mijarê ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Amedê ve lêpirsîna edlî hatiye destpêkirin.

MÊRDÎN Û AMED HEDEF GIRTIN

Serdozgeriya Komarê ya Mêrdînê jî bi îdîaya ku di civîna Meclîsa Şaredariyê de Sirûda Îstîklalê nehatiye xwendin, derheqê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê de lêpirsîn dabû destpêkirin.

Her wiha Wezareta Karên Navxweyî jî bi îdîaya ku di vekirina Meclîsa Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê de ‘ala Tirkiyeyê hatiye rakirin’ ragihandibû ku mifetîşên mûlkiyeyê hatine wezîfedarkirin.