Demîrtaş: Em li girtîgehê jî bin têkoşîna me ya azadiyê wê domdar be

Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş ê ku ji ber sedema li girtîgehê hatiye rehînkirin ji Konferansa Kurd a 13. a Parlamentoya Ewropayê re peyamek şan û got,”em li girtîgehê jî bin têkoşîna me ya azadî û demokrasiyê wê berdewam be.”

Hevserokê Giştî yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş ku ew ji bo Konferansa Kurd a 13. a li paytexta Belçîka Brûkselê hatibû vexwendin, ji ber sedema ku ji 4’ê Mijdarê ve rehîn e nikarîbû tevlî konferansê bibe û nameyek şand.

Demîrtaş di nameya xwe de wiha got:

“Dostên hêja,

Em di pêvajoyeke wiha re derbas dibin ku gelên Rojhilata Navîn di şer, hilweşîn û koçberiyê re derbas dibin û êşên giran dijîn. Travmaya siyasî û sosyal a ku peymana Skyes-Pîcotê ev 100 sal in li herêma me hatiye ferzkirin, bi vê wateyê gihaştiye asta xwe ya herî bilind. Şêwaza siyasetê ya serweriyên netew-dewlet ên herêmê ku her roj gelan li dijî hev datînin û bi tundiyê sazkar dikin, darbeyê li hêviya gelên me dixe ku dixwazin ji vê zaboqê derkevin.

Mînaka vê ya herî zelal jî polîtîkayên rejîma Erdogan a êrîşkar û çewisandinê  a li Tirkiyê ye ku  li hundir û derve girêdanên siyasî û sosyal ên jiyana bi hev re ji holê radike. Ev polîtîkayên rejîma Erdogan demokrasiya ku li welêt jixwe pir kêm bû bi temamî ji holê radike, bi destêwerdanên siyasî û leşkerî yên li Sûriyê û Iraqê jî bandoreke neyênî dike li herêmê, li ser mijara jiyana bi hev re û pêkanîna şertên aştiyê.

Ez bi baweriya xwe ya xurt a li azadî, aştî û dadmendiyê we slav dikim. Min dixwest ku îro li nav we bim, bi we dostan re li ser siberoj û hêviya Rojhilata Navîn biaxivim. Ez jidil organîzatorê Konferansê EUTECC, koma Çep, Sosyalîst û Keskan a li Parlamentoya Ewropayê silav dikim, ji bo mêvanperweriya Serokê Parlamentoyê Birêz Martîn Schûlz malavayiyê dikim. Bi gelekên we re rasterast em hev nas dikin, beriya niha jî danûstandin kiribûn. Mixabin raman û fikarên min ên li ser Tirkiyê ku min bi we re par ve kiribûn rast derketin.

Girtina wekîlên HDP’ê, hevşaredar û siyasetmedaran û krîza Rojhilata Navîn a ku her diçe kûrtir dibe ji hev ne bêrî ne. Şêwaza girtina me ku tenê di darbeyên leşkerî û rejîmên dîktatorî de têne dîtin, wê nikaribe me ji têkoşîna me ya mafdar dûr bixîne. Em di girtîgehê de jî bin, têkoşîna me ya azadî û demokrasiyê wê berdewam bike. Li kûdera dinyayê dibin bila bibin, baweriya dostên me ya li  me , û piştevaniya wan wê têkoşîna me geş bike.

Ji vê hêlê ve bi awayekî rast nirxandina geşedanên Tirkiyê û Rojhilata Navîn a konferansa we û bitevgerbûna we weke derfetekê xuya dike; ez dîsa yek bi yek hemû beşdar û guhdêrên konferansê silav dikim û hezkirinê xwe diyar dikim.”